Li Mêrdîn û navçeyên wê HDP’yî hatin binçav kirin

  • 08:36 18 Gulan 2021
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Mêrdîn û navçeyên wê di seetên serê sibehê de bi ser malên HDP’yîyan de hat girtin û 3 HDP’yî hatin binçav kirin.
 
Li Mêrdîn û navçeya wê Qoser û Stewrê bi ser malên endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de hat girtin. Di operesyonê de li gorî agahiyên destpêkê hatin bidestxistin Rêvebira HDP’ê ya  Mêrdînê Ayşe Bozan, Hevşaredarê berê yê Stewrê Mehmet Aydin Alokmen, rêvebirê berê yê HDP’ê Bedî Yilmaz hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Muduriyeta Polîsan a Mêrdînê.
 
Operesyon seet 6 an de dest pê kir û li malên HDP’yiyan jî ji seetekê zêdetir lêgerîn hat kirin. Li gorî agahiyên me ji malbatê gitin hinceta binçavkirina wan wekî "piştevaniya pere bi rêxistinê re" hatiye diyarkriin.