7 mehan tundî û tecawiz lê hat kirin!

  • 13:45 17 Gulan 2021
  • Rojane
DÊRSIM - Li navçeya Xozat a Dêrsimê Oktay G., li jina bi navê E.A. 7 mehan tundî kir û tecawizî wê kir.
 
Li navçeya Xozat a Dêrsimê li gundê Kilîse Oktay G., li jina bi navê E.A. ku bi hev re diman 7 mehan tundî û zext kir û tecawizî wê kir. Buyer piştî ku jina tundî lê hat kirin agahî da bavê xwe derket holê.
 
Piştî ku bavê E. di 14'ê Gulanê de çû gilî kir,   Oktay G. ji aliyê cendirmeyan  ve hat binçavkirin û lê bi hinceta ku E. ya dihat tehdîtkirin îfade li ser nedaye hat berdan. Hat ragihandin ku derbarê gûmanbar de tenê biryara dûrxistinê hatiye dayîn. 
 
7 mehan hat îşkencekirin
 
E. ya ku platforma jinan a Dêrsim çû serdana wê tişta hatiye serê wê vegot. E. diyar kir ku wê di 14'ê Gulanê de fersend dîtiye ku li bavê xwe bigere, alîkarî jê xwestiye û piştî ku bavê çûye navenda cendirmeyan a Xozatê gilî kirye gûmanbar hatiye binçavkirin.  E. diyar kir ku ji ber tirsiyaye lî navenda cendirmeyan îfade nedaye û wiha berdewam kir, "Oktay serbest berdan û tenê cezayê dûrxistina ji malê danê. Ez çûm Nexweşxaneyê û min rapora ku îşkence li min hatiye girtin girt. Oktay bişev ez dikirim odeyekê û piyên min jî bi zincîrê girê didan. Herdaîm tundî dikir û tecawizî min dikir, herwiha min tehdît jî dikir.  Ez, ew, dayik û bavê wî em bi hev re dihman. Li gel ku em bi dayik û bavê wî re li heman malê diman jî destûr nedida ku ez wan bibînim."
 
E. duh careke din çû navenda cendirmeyan a Xozatê û gilî kir. Li ser giliyê E. careke din Oktay G. hat binçavkirin û hîna di bin çavan de tê girtin. 
 
Platfoma Jinan a Dêrsim diyar kir ku ew ê heta dawî li pişt E. bin û pê re bibin alîkar.