78 baro bertek nîşanî betalkirina Peymana Stenbolê dan

  • 14:55 12 Gulan 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - 78 baroyan bi daxuyaniyeke hevpar bal kişandin ser 10'emîn salvegera îmzekirina Peymana Stenbolê û gotin: "Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin.”
 
Bertekên li dijî vekişandina Tirkiyeyê ya ji Peymana Stenbolê berdewam dikin. 78 baroyan ji bo 10’êmîn salvegera îmzekirina Peymana Stenbolê daxuyaniyeke hevpar dan û nerazîbûnên xwe yên li dijî vekişandina ji peymanê anîn ziman. 
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku vekişandina ji peymanê ya bi Biryarnameya Serokkomariyê li dijî Destûra Bingehîn û peymanên navneteweyî ye û hat gotin ku Peymana Stenbolê sazkar e, ew dev jê bernadin û dê têkoşîna wan a hiqûqî ya ji bo peymanê bidome.
 
Herî dawî baroyan bang li rayedaran kirin ku biryara vekişandina ji peymanê paşve vekişînin.