78 baro bertek nîşanî betalkirina Peymana Stenbolê dan 2021-05-12 14:55:56     NAVENDA NÛÇEYAN - 78 baroyan bi daxuyaniyeke hevpar bal kişandin ser 10'emîn salvegera îmzekirina Peymana Stenbolê û gotin: "Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin.”   Bertekên li dijî vekişandina Tirkiyeyê ya ji Peymana Stenbolê berdewam dikin. 78 baroyan ji bo 10’êmîn salvegera îmzekirina Peymana Stenbolê daxuyaniyeke hevpar dan û nerazîbûnên xwe yên li dijî vekişandina ji peymanê anîn ziman.    Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku vekişandina ji peymanê ya bi Biryarnameya Serokkomariyê li dijî Destûra Bingehîn û peymanên navneteweyî ye û hat gotin ku Peymana Stenbolê sazkar e, ew dev jê bernadin û dê têkoşîna wan a hiqûqî ya ji bo peymanê bidome.   Herî dawî baroyan bang li rayedaran kirin ku biryara vekişandina ji peymanê paşve vekişînin.