Bi pankartê piştgirî dan greva birçîbûnê
- 14:34 8 Gulan 2021
- Rojane
MÛGLA - Li ser pira li ser rêya Bodrûm û Mîlasê pankarta ji bo piştgiriya çalakiyên grevên birçîbûnê hat daliqandin.
Ji bo balkişandina ser çalakiya greva birçîbûnê ku li dijî tecrîda li Îmraliyê û binpêkirina mafên li zindanan hatiye destpêkirin pankart bi pira li ser rêya Bodrûm û Mîlasê ve hat daliqandin. Li ser pankartê ev nivîs hat nivîsandin: “Bijî Berxwedana Zindanan”. Ajokarên ku pankart dîtin bi qorneyan piştgirî dan pankartê.