Bi pankartê piştgirî dan greva birçîbûnê 2021-05-08 14:34:23   MÛGLA - Li ser pira li ser rêya Bodrûm û Mîlasê pankarta ji bo piştgiriya çalakiyên grevên birçîbûnê hat daliqandin.    Ji bo balkişandina ser çalakiya greva birçîbûnê ku li dijî tecrîda li Îmraliyê û binpêkirina mafên li zindanan hatiye destpêkirin pankart bi pira li ser rêya Bodrûm û Mîlasê ve hat daliqandin. Li ser pankartê ev nivîs hat nivîsandin: “Bijî Berxwedana Zindanan”. Ajokarên ku pankart dîtin bi qorneyan piştgirî dan pankartê.