Li Cizîrê jinekê bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest da
- 17:18 6 Gulan 2021
- Rojane
ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê dayika 7 zarokan Gurbet Ûren bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest da.
Li taxa Dagkapi ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê, dayika 7 zarokan Gurbet Ûren(50), bi awayek bi guman giran birînfar bû. Gurbeta ku giran birîndar bû, bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Gurbet, li dijî hemû mûdaxaleyan xlas nebû û jiyana xwe ji dest da. Cinazeyê Gurbet li morga nexweşxaneyê tê girtin.
Hat ragihandin ku mêrê Gurbetê pê re hatibû zewicandin Osman Uren piştî mirina wê hatiye binçavkirin.