Emîne û Ferît Şenyaşar: Ev serdestiya dê ne mayinde be
- 11:17 6 Gulan 2021
- Rojane
RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar ên bi daxwaza "edaletê" ji 9'ê Adarê vir ve li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya rûniştinê kirine wiha gotin:"Ev serdestiya dê ne mayinde be."
Li navçeya Pirsûs a Rihayê di 24'ê Hezîrana 2018'an de berîya hilbijartinên giştî parêzvan û xizmên parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Xelîl Yildiz êrîşî malbata Şenyaşar kiribûn, hevjîn û du lawên Emîne Şenyaşar qetil kiribûn. Emîne û lawê xwe Ferît Şenyaşar ji ber ku kujer nehatin darizandin bi daxwaza "edaletê" ji 9'ê Adarê ve li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya nobeta "edaletê" kiribûn. Çalakiya Emîne û lawê wê di roja 59'emîn de didome.
Ev serdestiya dê ne mayinde be
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ji bo serdana piştevaniyê ya Nûnerê Rojhilat û Başûrê Rojhilat ê Komeleya Mafê Mirovan, şandeya ji rêveber û cîgirên ÎHD'ê yên Mêrsîn, Amed, Riha û Dîlokê pêk dihat, spas kir û ev gotin parve kir:"Em li dijî hiqûqa kesên payabilind diparêzin bêdeng nemînin. Ev serdestiya dê ne mayinde be."