Koma 33'yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt

  • 09:36 6 Gulan 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Koma 33'yemîn çalakiya greva birçîbûnê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hatibû destpêkirin dewr girt. Çalakî di roja 161'emîn de didome. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan ku di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin ji aliyê koma 33'yemîn ve hat dewrgirtin. Çalakî di roja 161'emîn de didome. 
 
Xizmên girtiyan bal kişandin ser zextên li ser Abdullah Ocalan û anîn ziman ev zext bê hiqûqî ne û wiha domandin:"Ev bêwicdaniya nayê qebûlkirin. Bila li girtîgehan mirin çênebin. Em wekî dayik ji bo zarokên xwe derkevin derve. Wê demê dibe ku çareseriyek bê dîtin. Mixabin em hemû li malên xwe rûdinên. Heta em li malên xwe rûnên ew ê zilma li ser zarokên me bidome."