ROJEVA 6'Ê GULANA 2021'Ê

  • 09:00 6 Gulan 2021
  • Rojev
*Derya Dal û Yekta  Zangirti têkildarî betalkirina Peymana Stenbolê berteka xwe nîşan dan û bi lêv kirin ku di betalkirinê de armanc xirakirina aramiya civakê ye û wiha gotin:"Heta ew peyman dubare nekeve meriyetê em ê li qadan bin  û mafê xwe biparêzin."
DÎMEN HEYE
 
*Li navçeya Baglarê ya Amedê gumanbarê bi navê Hatîp Korkmaz ku li hember 4 zarokan îstîsmara zayendî pêk anî, ji bo xwe xilas bike, parastina mêr a ku tê zanîn kir û got ‘Derewan li min dikin’.
 
*Dayika Aştiyê Hediye Temel a ku li hemberî zilma dewletê serî netewand û bi têkoşîna xwe dihat nasîn di 2'yê Gulanê de ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da. Hediye heta dawiya temenê xwe têkoşîna xwe berdewam kir û jineke ku li hemberî zilmê sebola berxwedanê bû.   
BI DÎMEN
 
*Bi hatina biharê re pincarê ku ji aliyê jinan ve li quntarên çiya tên komkirin li ser tezgahan cihê xwe girtin. Ji bo pincarê eleqe jî gelek mezine. BI DÎMEN
 
*Guler Yildiz 12 sal in kafeya xwe ya Kolana Îstîklalê bi zarokên xwe re dide xebitandin û diyar ki ku di pêvajoya girtinê de hikûmetê tu piştgirî nedaye esnafan. Gulerê bi lêv kir ji bo ji zarokên xwe re bibe hêvî hewl dide ku dikanê negire û wiha got: “Dewleta civakî, tê wateya ku ligel mexdûran be. Dibêjin bigirin, lê alîkariyê nadin esnafan. Em her roj bi biryarekê re tên rû hev.” DÎMEN HEYE