HDK: Abdullah Ocalan îradeya aştî û çareseriyê ye

  • 13:48 5 Gulan 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - HDK'ê ragihand ku polîtîkaya şer û tecrîdê ya desthilatdariya AKP-MHP'ê aboriyê têk dibe û got: "Heta ku tecrîd bi dawî nebe û rêya aştiyê neyê vekirin, xilasî ji krîz, xizanî, polîtîkayên zordar ên dewletê birçîbûnê nîne."
 
Desteya Rêveber a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) têkildarî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û operasyonên leşkerî daxuyaniyek nivîskî weşand. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em niha di nava krîza aboriyê ya herî giran a dîroka xwe de ne. Bêkariya girseyî, xizaniya girseyî, birçîbûn, tengaviya li têkiliyên navneteweyî û bêçaretiya li pêşberî şewba koronayê li welat serdest e. Hêviya li ser paşeroja Tirkiyeyê kêm dibe. Desthilatdarî hemû derfetên Tirkiyeyê ji bo rejîma şer û ewlekariyê ava bike, bi kar tîne.
 
Serokê Banka Navendî ya Tirkiyeyê ji bo pirsa '128 milyar dolar li ku ye?' ev bersiv da: 'Ew balafirên bêmirov, ew balafirên bêmirov ên biçek bi belaşî nafirin, Ew leşker bi belaşî nameşin'.
 
Demeke dirêj e du rê li pêşiya me ne: Ya krîz, xizanî, bêkarî, darbestên ji cenazeyên ciwanan; bi kurtasî şer û tundî, mîna ku îro li welêt diqewime. Ya jî aştî, çareserî, demokratîkbûn, aboriyek bêyî krîzê, aramî...
 
Ev zîhniyeta talanker a ku xwe ji krîzê xwedî dike û krîzê diafirîne, çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd bi salane tecrîd dike. Beriya demeke nêz ji bo demeke kurt jî be dema ku dewletê û desthilatdariyê hewl da pirsgirêkê bi rêyên aştiyane çareser bike pêwîstî bi tevkariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtin. Ji ber ku ew zanin; Abdullah Ocalan îradeya aştî û çareseriyê ye.
 
Tecrîda li ser Abdullah Ocalan gav bi gav dibe tecrîda li ser mafên me yên demokratîk û azadiyê, tecrîda li ser daxwaza me ya jiyana mirovî û hêviya ji bo paşeroja welat. Heta ku tecrîd bi dawî nebe û rêya aştiyê neyê vekirin, xilasî ji krîz, xizanî, polîtîkayên zordar ên dewletê birçîbûnê nîne."