Li Mexmûrê koma 70'emîn greva birçîbûnê dewr girt

  • 11:56 5 Gulan 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê hatiye destpêkirin, îro koma 70’emîn çalakî dewr girt û greva birçîbûnê 139 roj in didome.
 
Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Îro koma 70'an çalakiya greva birçîbûnê dewr girt û berxwedana li wargehê 139 roj in didome. 
 
Merasîma dewirgirtinê bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Li ser navê koma 69’emîn Sadiq Demîr axivî û çalakiya ku pêk hatî silav kir. Sadiq, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dewleta Tirk bi girankirina tecrîta li Îmralî dixwaze sebra Gelê Kurd bi pîve, diwaze gelê me bê rêber bi hêle çand, nasname û zimanê wî ji dest bigire. Li hember vê qirkirinê ez bang li Gelê Kurd dikim ku ji wê xewa mirinê rabe û bi rihê şoreşgerî têbikoşe. Pêngava ‘Dem dema azadiye’ divê em bi serîhildana xwe bi gihînin asta herî jor.
 
Di pêvajoyek wiha giran û hesas de divê gelê başûrê Kurdistanê çavê xwe veke û bi rihê demê re tev bigere. Ji ber ku armanca dewleta tirk ne tenê PKK’ye, armanc sitatuya Gelê Kurd e. Ma gelo dema referanduma başûrê Kurdistanê pêk hat PKK’ê pêk anî? Cîhan hemû dît ku çawa dewleta tirk li hemberî sekinî û ret kir.
 
Em weke gelê Mexmûrê di çalakiya xwe de bi biryarin û em ê heta serkeftinê berdewam bikin. Em bang li hemû gelên azadîxwaz dikin ku tevlî çalakiyan bibin û li hemberî zilma heyî serî rakin."
 
Merasîma dewrgirtinê bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo", "Bê seroka jiyan nabe”  û "Bijî berxwedana gerîlla" bi dawî bû.