Çalakiya 'Edaletê' di roja 58'an de ye: Em bêdeng namînin

  • 10:28 5 Gulan 2021
  • Rojane
RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar ên bi daxwaza "edaletê" ji 9'ê Adarê vir ve li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya rûniştinê kirine wiha gotin:"Em dev ji doza xwe ya mafdar bernadin. Em bêdeng namînin."
 
Li navçeya Pirsûs a Rihayê di 24'ê Hezîrana 2018'an de berîya hilbijartinên giştî parêzvan û xizmên parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Xelîl Yildiz êrîşî malbata Şenyaşar kiribûn, hevjîn û du lawên Emîne Şenyaşar qetil kiribûn. Emîne û lawê xwe Ferît Şenyaşar ji ber ku kujer nehatin darizandin bi daxwaza "edaletê" ji 9'ê Adarê ve li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya nobeta "edaletê" kiribûn. Çalakiya Emîne û lawê wê di roja 58'emîn de didome. 
 
Em dev ji doza xwe bernadin
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev gotin parve kir:"Kesên siberoja me, xeyalên me û jiyana me dizîn niha bên parastin jî ew ê rojekê hesab bidin. Em dev ji doza xwe ya mafdar bernadin. Em bêdeng namînin."