Li Dêrsimê jinekê xwe avêt avê

  • 08:57 5 Gulan 2021
  • Rojane
DÊRSIM - Li taxa Kanoglu ya Dêrsimê jina bi navê Y.E. ji ber sedemek ne diyar xwe avêt avê.
 
Li taxa Kanoglu ya Dêrsimê jina bi navê Y.E. ya temenê wê di navbera 40-45 salî de ji ber sedemek ne diyar xwe avêt avê. Li ser agahîya welatiyên derdorê tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyerê. Tîmên tenduristiyê Y.E. ji avê derxistin û birin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê .
 
Hat zanîn ku tenduristiya Y.E. baş e û di derbarê bûyerê de polîsan lêpirsîn dan destpêkirin.