Li Agiriyê 2 zarok hatin binçavkirin

  • 08:39 5 Gulan 2021
  • Rojane
AGIRÎ - Li Agiriyê ji ber nivîsa li ser derî û dîwarê dibistanekê polîsan zarokên bi navê C.Y. û B.A. binçav kirin. 
 
Polîsan li bajarê Agiriye bi hinceta li ser dîwar û deriyê dibistanekê nivîs hatiye nivîsandin, zarokên 14 - 15 salî C.Y. û B.A. binçav kirin. Polîsan piştî 2 zarok binçav kirin, birin Midûriyeta Polisan a Agiriyê. Polîsan piştî îfadeya 2 zarokan sitendin, ew sewqî dozgeriyê kirin. 
 
Dozger jî piştî li îfadeya 2 zarokan guhdar kir, ew serbest berdan.