Parlamenterên HDP'ê çûn serdana jina tundî lê hat kirin
- 14:45 4 Gulan 2021
- Rojane
ENQERE - Berdevka Meclisa Jinê a HDP'ê Ayşe Acar Başaran û kesên pê re, çûn serdana Rehîme Oz a ku li Kanîreşê çawîşê pispor Ferhat K. tundî lê kir.
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran û parlamentera DHP'ê ya Amedê Semra Guzel li navçeya Kanîreşê ya Çewlikê çûn serdan Rahîme Oz a ku çawîşê pispor Ferhat K. tundî lê kir.
Ayşe ya ku ji Rahîm û malbata wê re piştgiriya xwe ragihand û got ku ew ê şopdarên bûyerê bin. Rahîme û malbata xwe jî spasiya Ayşe Acar Başaran û Semra Guzel kirin.