ÎHD: Bila komkujiya Dêrsimê weke “qirkirin” bê nasîn

  • 13:33 4 Gulan 2021
  • Rojane
 
ENQERE - ÎHD'ê, bal kişand ser salvegera Komkujiya Dêrsimê û bang kir ku bila komkujî weke “qirkirin” bê nasîn.
 
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), bi munasebeta salvegera Komkujiya Dersimê daxuyaniyeke bi nivîskî da. Komeleyê, di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku di navbera salên 1937 û 1938’an de bi deh hezar elewiyên kurd hatine qetilkirin, sirgûnkirin û erdnîgariya Dêrsimê ji mirovan hatiye xalîkirin. Di berdewamiya daxuyaniyê de komeleyê, xwest ku sirgûnkirin û qetilkirina sîstematîk a li Dêrsimê hatiye kirin weke “qirkirin” bê nasîn û ji bo vê Komîsyona Heqîqetê ya ji bo Dêrsimê bê avakirin. Her wiha komeleyê xwest ku navê Dersimê lê bê vegerandin, aqûbeta zarokên keç bê aşkerakirin û cihê goristana Seyîd Riza û hevalên wî jî bê aşkerakirin.