Ji bo bîranîna Komkujiya Dêrsimê bang hat kirin

  • 13:30 4 Gulan 2021
  • Rojane
 
ENQERE - Kongreya Înşayê ya Dêrsimê bang kir ku ew ê ji bo bîranîna kesên di Komkujiya Dêrsimê de jiyana xwe ji dest da saet di 19.37'an de findan vêxin û dua bikin. 
 
Kongreya Înşayê ya Dêrsimê têkildarî Komkujiya Dêrsimê ya di 4'ê Gulana 1937'an de pêk hat daxuyaniya nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin di nava du salan de bi deh hezaran kes hatin qetilkirin û bi hezaran mirov li vagonan siwar kirin û koçber kirin. 
 
Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin bi sedan gund ji nexşeyê hatin rakirin û tecawizî jinan hat kirin gelek zarokên keç ji malbatên wan hatin girtin û wekî "xenîmet" dan serbazan. 
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Seyid Riza û 6 hevalên wî yê dozê li Qada Bugdaya Xarpêtê hatin daliqandin. Yên din jî kirin mehkûmê bernameya "mirina spî" ya bişaftinê. Komara Tirkiyeyê Komkujiya Dêrsimê nas nake û ji ser ziman, nasname, bawerî, çand, mirovan û erdnîgariyê pêkanînên pişaftinê didomînin. Astengiya komkujiyan bi têkoşînê encax pêk bê. Ji bo Dêrsim ji nû de bê avakirin têkoşîn divê bê kirin. Ji bo komkujî li hundur jî li derve jî bê naskirin divê xebat bê kirin."
 
Banga vêxistina findan û kirina dua
 
Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ji bo cihê gora Seyid Riza bê dîtin, ji bo bîrdariyên cihên bi komî komkujî hatin kirin bên çêkirin, ji bo navê Dêrsimê paş de bê dayin divê gav bên avêtin. Di heman demê ew ê ji bo bîranîna kesên di Komkujiya Dêrsimê de jiyana xwe ji dest da saet di 19.37'an de findan vêxin û dua bikin.