ROJEVA 4'Ê GULANA 2021'Ê

  • 09:00 4 Gulan 2021
  • Rojev
 
* Fatma Çitîl ku li gundê Yiwacixa Çinara Amedê, nêzî 40 sal in bi karê çandiniyê re mijûl dibe û pê debara xwe dike. Fatma destnîşan kir ku karê ku em dikin zehmet e û got: "Karê me qet naqede û em heta êvarê dixebitin. Lê ez ji karê ku dikim hez dikim." BI DÎMEN 
 
*Ayten Kaplan a hevjînê wê 28 sal in di girtîgehê de ye û bi tena xwe 9 zarokan mezin dike êş û têkoşîna xwe wiha parve kir:"Ez bê dê mezin bûm û zarokên min jî bê bav. Min wiha 62 sal emir borand û tucarî kela dilê min kêm nebû. Lê belê çeka min a herî xurt hezkirin û têkoşîn e." DÎMEN HEYE
 
*Parêzer Şevîn Kaya ku derbarê Doza Kobanê ya di rojên borî de rûniştina yekem pêk hat û taloqî 18’ê Gulanê bû de axivî û da zanîn ku muvekîla wê Ayla Akat Ata di bûyerên 6-8’ê cotmehê de li Amedê rastî êrîşa çekdarî a komekê hatiye û bi lêv kir ku muvekîla wê ku mexdûra wê demê bû îro di asta gumanbariyê de ye. 
 
*Li gorî hejmarên fermî 16 hezar kes, li gorî şahidan nêzî 70 hezar kes di Komkujiya Dêrsimê de hatine qetilkirin. Yek ji şahidên komkujiyê Gullu Polat dibêje: “Ji şahidan kes nema. Yek bi yek jiyana xwe ji dest dan. Bila tiştên tên vegotin neyên jibîrkirin. Tiştên hun dikin kamerayan bikin arşîv. Dibe ku ev roportajên dawî bin. Em ê koç bikin biçin. Lê bila ligel we bimînin. Gelek tişt li ser vê axê qewimîn û hîna jî diqewimin.” DÎMEN HEYE
 
*Nuray Çevîrmen da zanîn ku bi pandemiyê re binpêkirinên mafên girtiyan zêde bûne û got divê demildest dawî li binpêkirinan bê, grev bi dawî bin, ji ber ku jiyana mirovan gelek pîroz û bi nirxe. BI DÎMEN 
 
*Ayşegul Kuru diyar kir ku di pêvajoya pandemiyê de ji ber huner û hunermend avêtin derveyê civakê 102 muzîkjenê întîxar kiriye û dema huner ji civakê bê derxistin rizandina civakî jî kûr dibe. BI DÎMEN