DFG: Dê rojnameger nehêlin rûmeta çapemeniyê bê binpêkirin

  • 12:04 3 Gulan 2021
  • Rojane
 
AMED - DFG'ê têkildarî Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê diyar kir ku cihê Tirkiyeyê di derbarê azadiya çapameniyê de roj bi roj paş ve dikeve û got:"Rexmî hemû zext û astengiyan jî rojnamegerên ku li şûna rêgezên desthilatê rêgezên gerdûnî yên çapameniyê ji xwe re esas digirin hene."
 
Bi munasebeta 3'yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG) daxuyaniya nivîska weşand. Di daxuyaniyê de hat ragihandin rojnamevanê ku li dijî neheqiyê deng derdixin, wê nehêlin ku rûmeta çapemeniyê bê binpêkirin. 
 
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Çapamenî di ronîkirina civakan de roleke girîng dilîze û peywira venêrînê digire ser xwe. Ji ber vê rola xwe li welatên ku demokrasî li wan kêm e xebatkarên çapameniyê her tim di hedefa desthilatdaran de ne. Li van welatan desthilat destûr nadin ku çapamenî bi rola xwe rabe. Dixwazin ku çapemenî di xizmeta wan de be. Lewre ji bo vê yekê qanûnên çapemeniyê li gorî xwe diguherînin. 
 
Tirkiye jî yek ji wan welatan e ku lê her tim hewldana kontrolkirina çapameniyê heye. Niha li Tirkiyeyê ji sedî 90-95’ê çapameniyê di bin kontrola desthilatê de ye û rojnameger bi awayekî azad naxebitin. Rojnamegerên ku bixwazin xebatên xwe bi awayekî azad bikin, jî di hedefa desthilatê de ne û bi zextên mezin xebatên wan tên astengkirin. Ji ber vê cihê Tirkiyeyê di derbarê azadiya çapameniyê de roj bi roj paş ve dikeve.
 
Ji ber van sedeman îsal jî em 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê bi zext û astengiyan pêşwazî dikin. Ji bo têkbirina azadiya çapameniyê desthilata AKP’ê bi welatên ku azadiya çapameniyê li wan tune ye re di peşbirkê de ye û ji bo di rêza yekemîn de cih bigire tişta ji destê wê tê dike. Nexasim dewleta tirk di endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de ku ji hêla Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas ve tê amadekirin, di rêza 153’yemîn de, ango di nav welatên xirab de cihê xwe girt. 
 
Weke ku binçavkirin û girtina rojnamegeran ne bes be, wêne û dîmenkişandina wan jî hat qedexekirin. Di erîfeya 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de Miduriyeta Giştî ya Polîsan giştînameyek weşand û di çalakiyan de kişandina wêne û dîmenên polîsan qedexe kir. Li gorî vê giştînameyê rojnamegerên ku di çalakiyan de wêne û dîmenên polisan bikişînin dê derbarê wan de lêpirsîn bê destpêkirin û ceza li wan bên birîn. Jixwe kiryarên vê giştînameyê me di demek nêz de dît. Di pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de polîs li gorî vê giştînameyê tev geriyan û li rojnamegerên ku wêne û dîmenên wan kişandin dan û ew binçav kirin. 
 
Heta niha di gelek çalakiyan de penûs û lênûskên rojnamegeran di bin navê ewlehiyê de ji aliyê polîsan ve ji wan dihatin girtin. Bi vê giştînameyê êdî wê wênekêş û qamera jî ji rojnamegeran bên girtin. Çawa ku ji muxalefetê re dibêjin bêyî rexnekirina polîtîkayên desthilatê hûn dikarin muxalefet bikin, bi vê giştînameyê jî ji rojnamegeran re dibêjîn ku hûn dikarin rojnamegeriyê bikin lê hûn nikarin amûrên ji bo rojnamegeriyê bi kar bînin. 
 
Rexmî van hemû zext û astengiyan jî rojnamegerên ku li şûna rêgezên desthilatê rêgezên gerdûnî yên çapameniyê ji xwe re esas digirin hene. Ev hevalên me yên rojnamevan ku li dijî neheqiyê deng derdixin, wê nehêlin ku rûmeta çapemeniyê bê binpêkirin. Daxwaza me ew e ku desthilatdar demlidest dev ji van pêkanînên xwe yên bêhiqûq ên li dijî rojnamegeran berde.
 
Careke din 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê li tevahiya rojnamegerên li dijî bêhiqûqiyê û ji bo azadiyê têdikoşin pîroz be."