Nobeta 'Edaletê' di roja 56'emîn de ye

  • 12:03 3 Gulan 2021
  • Rojane
 
RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar ên ku li ber Edliya Rihayê çalakiya nobeta "edaletê" li dar dixistin ji ber qedexeya derketina derve çalakiya xwe li malê didomînin. 
 
Li navçeya Pirsûs a Rihayê di 24'ê Hezîrana 2018'an de berîya hilbijartinên giştî parêstvan û xizmên parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Xelîl Yildiz êrîşî malbata Şenyaşar kiribûn, hevjîn û du lawên Emîne Şenyaşar qetil kiribûn. Emîne û lawê xwe Ferît Şenyaşar ji ber ku kujer nehatin darizandin bi daxwaza "edaletê" ji 9'ê Adarê ve li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya nobeta "edaletê" kiribûn. Çalakiya Emîne û lawê wê di roja 56'emîn de didome. 
 
'Gelo destnedana biraziyê parlamenter jî heye?'
 
Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê Twitterê peyama xwe ya îro belav kir. Malbatê li ser hesabê xwe yê twîtê wêneyê Îbrahîm Yildiz ku biraziyê Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz e û di kêliya bûyerê de guleyan direşîne parve kir û got: “Li kargeha me kesê ku bû sedema mirina du mirovn Îbrahîm Yildiz ê biraziyê parlamenter e. Derbarê wî de biryara girtinê heye. Lê 3 sal in serbest digere. Gelo destnedana biraziyê parlamenter jî heye? Edalet li ku ye?