Ji MKGP'ê peyama Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê

  • 11:46 3 Gulan 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - MKGP, bi minasebeta Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê daxuyaniyek da û got: "Em soz didin berxwedêran, wekî duh em ê îro jî li dijî qedexeyan li qadan bin."
 
Tekildarî 3'yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) daxuyaniyek nivîskî weşand.
 
Di destpêka daxuyaniyê de Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê hat pîrozkirin û wiha hat gotin: "Li gorî endeksa azadiya çapemeniyê, Tirkiye di nava 180 dewletan de di rêza 153’yan de cih digire. Îro gelek hevalên me girtî ne. Kesên ku li qadan jî dixebitin tên binçavkirin û derbarê wan de lêpirsîn tên vekirin. Her wiha li qadan bi êrişan re rûbirû dîminin. Kesên ku me tehdît dikin, dest datînin ser kamerayên me, nûçeyên me sansûr dikin, malperên me asteng dikin, em dizanin ku li gorî qanûnên xwe civakê bi rêvedibin. Em wan tiştan bi tînin ziman û dibin hedefa îqtîdarê. Bi saya îqtîdarê êdî azadiya çapemeniyê û ramanê nema ye. Rojên bi wî rengî ji ber wan sedeman ne rojên pîroz kirinê ye. Em ne azadiyê pîroz dikin û em li dijî êrişan tu carî serî danaynîn."
 
Du roj beriya niha li qadan 1'ê Gulanê hat pêşwazîkirin û li qadan bawerî û berxwedan heqîqeta heyî nîşan da. Kesên ku derketin qadan dê têkoşîna xwe bidomînin. Em soz didin berxwedêran, wekî duh em ê îro jî li dijî qedexeyan li qadan bin."