Dewleta bêçare: Ji destên me tiştek nayê

  • 11:35 3 Gulan 2021
  • Rojane
 
Gulîstan Azak
 
ÇEWLÎG - Li Kanîreşê pisporê bi navê Ferhat K. bera zarokekî da û ji ber diya zarok R.O. bertek nîşan da Ferhat K. gefa mirinê li dayika zarok da xwarin. R.O Ferhat K. gilî kir û derbarê Ferhat K. de biryara dûrxistinê hat dayin. Lê belê dema R.O diçe gilî dike polîsa jê re dibêjin:"Ji destên me tiştek nayê. Em nikarin asteng bikin ku neyê malê." R.O. banga piştevaniyê kir.
 
Li Malên Turgut Ozal ên TOKÎ ya Navçeya Kanîreşê ya girêdayî Çewligê çawişê pispor Ferhat K. da pey zarokên di heman avahiyê de rûdiniştin û li jêrzemînê dilîstin. Li gorî agahiyên hatine girtin zarokek tirsiya û bezîya cem dayika xwe ya li ber deriyê  avahiyê rûniştîbû. Li ser vê yekê dayika zarok R.O. bertek nîşanî çawişê pispor Ferhat K. da. Lê Fehat K. ji ber berteka R.O. pêşî gefa mirinê lê kir û piştre tundî li wê kir.
 
R.O. rakirin nexwêşxaneyê û li vir rapora lêdanê girt û her wiha çawişê pispor gilî kir û di derbarê Ferhat K. de biryara dûrxistinê hat dayin.
 
'Tu li ku derê gilî dikî bike'
 
R.O. di derbarê bûyerê de ji ajansa me re wiha ragihand: “Em û çawişê pispor di heman avahiyê û heman qatî de dimînin. Dema ku ez û cîranên xwe li ber derîyê avahiyê rûniştibûn, zarokê/a min, ber bi min ve reviya. Min dît ku çawişê pispor daye pey zarokan û min jî bertek nîşanî vê rewşê da. Dû re wî  pişta min da darê û tundî li min kir. Heqaret li min kir. Ez di nav xwînê de mam. Min got ez ê gilîyê li te bikim. Wî jî ji min re got ‘Tu li ku derê gilî dikî bike.’  Min derheqê wî de gilî kir û her wiha di derheqê wî de biryara dûrxistinê hat dayin.”
 
Polîsan got ‘Ji destê me tiştek nayê’
 
R.O. anî ziman ku piştî biryara dûrxistinê ew çûye Midûriyeta Polîsan a Kanîreşê, lê polîsan jî jê re gotiye ji bo ku çawişê pispor neyê mala xwe ew nikarin tiştekî bikin. R.O. wiha dom kir: “Ev ne sûcê çawîşê pispor aêyekem e. Ew di avahiyê de her tim jinan aciz dike, heqaretê dike û şer derdixe.  Dema ku em bertek nîşan didin her tim dibêje ‘Hûn li ku derê gilî dikin, bikin.’ Min jî di der barê wî de gilî kir lê belê xwiya ye ku polîs tu tedbîran nagirin. Ji ber ku polîsan ji min re gotin ‘Ji destên me tiştek nayê.  Hûn nikarin wî asteng bikin ku bê mala xwe. Gefa mirinê li me tê kirin. Ewlehiya jiyana me tune ye.”
 
‘Ez ji jinan piştgiriyê dixwazim’
 
R.O. diyar kir ku dema çawişên pispor bê ceza dimînin, ew xemgîn dibe û ditirse ku Ferhat K. jî bê ceza bimîne û wiha got: “Ez dizanim çawîşê pispor Ferhat K. dê bê ceza bimîne. Ew bi dewletê û çeka xwe bi bawer e. Diyar dibe ku dema ji me re dibêje ‘Hûn li ku derê gilî bikî bikin’ tê parastin. Ya ku qewimî ne ya yekem e û dê ne ya paşîn be jî. Ez dizanim ku li hemberî tundiyê ez ne bi tenê me. Piştgiriya hêzek xurt a jinan heye. Ez li bendê me ku jin piştgiriyê bidin min jî. Ez naxwazim ku sûcdar bê ceza bimîne.”