Li Mexmûrê koma 69'an greva birçîbûnê dewr girt

  • 11:22 3 Gulan 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê hatiye destpêkirin, îro koma 69’emîn çalakî dewr girt û greva birçîbûnê 137 roj in li wargehê didome. 
 
Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Îro koma 69'an çalakiya greva birçîbûnê dewr girt û berxwedana li wargehê 137 roj in didome. 
 
Çalakiya ku bi biryardarî berdewam dike îro ji aliyê koma 69'emîn ev hat dewirgirtin. Merasîma dewirgirtinê bi deqeyekê rêzgirtin dest pê kir. Di merasîmê de dest pê kê pakrewanên meha gulanê hatin bibîranîn. 
 
Li ser navê koma 68’e mîn Îsmaîl Kara axivî û got: "Di dîroka têkoşîna me de gelek caran operasyonên dijim çêbûne, bingeha Tirkiyeyê li ser esasê îmha û înkarkirina kurdan ava bûye ji ber vê ji herdem operasyonen wiha dikin. Di diroka kurdan de wek aliyê leşkerî de tu carî ne hatine şikandin lê tenê bi rêya îxanete hatine şikandin. Le fikir û ramanê felsefeya Rêber Apo dayi avakirin ji êdi li xiynete dûre. Bi dehan caran dijimin operasyon pêk anîn û lê hemû operasyonan de têk çûn. Divê em li gel artêş xwe û gerilaye xwe bibin yek ger em ne bin yek em ê hertim lawaziyan bijîn. Di fikir û ramanê xwe de dive em bibin yek."
 
Merasîma dewr girtinê bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo" û "Bê seroka jiyan nabe” dawî bû.