HDP: Rojnameger ji dû şopa heqîqetê venagerin

  • 10:38 3 Gulan 2021
  • Rojane
ENQERE - HDP'ê di daxuyaniya têkildarî Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de wiha got:"Çi dikin bila bikin rojnameger bi pênûs û kamerayên xwe li pey şopa heqîqetê ne û li ber zextên wan serî natewînin."
 
Bi munasebeta 3'yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê Hevserokaê Berpirsê Komisyona Propaganda û Weşan Çapemeniyê yê  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyaniya nivîskî parve kir. 
 
'Zextên li ser rojnmageran zêde dibin'
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin zextên li ser rojnamgeran her ku diçe zêdetir bû û wiha hat gotin:"Di 3’yê Gulana 2002’yan de, ji bo ku balê bikêşe ser rewşa azadiya fikr û raman û çapemeniyê û rê li ber zextên hikûmetan bigire, ji aliyê Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî hate qebûlkirin. Di ser ragihandina vê rojê re 18 sal derbas bûn, lê ji wê rojê vir ve zextên li ser çapemeniyê û rojnamegeran her ku çû zêdetir bûn. Karûbarên ragihandinê, nemaze ji bo berjewendiyên desthilatiyê hatin û tên kirin û bûn û çapemenî wek navenda reşkirin, derew û dek û dolaban hate bikaranîn. "
 
'Nikarin wî dengî bibirin û rastiyan veşêrin'
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin rastî nikare bê veşartin û wiha hat gotin:"Li gorî Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ya Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas a Navneteweyî (RSF), Tirkiye îro ji nav 180 welatan di rêza 153’emîn de ye. Wek gelek welatên otorîter, li Tirkiyeyê jî tê xwestin îşkence, binpêkarinên mafê mirovî, tawanên şer, gendelî, kuştina jinan, cînayetên kar û talanê bên veşartin. Ji bo wê jî dixwazin ku dengê çapemeniyê bibirin û wê bikin bin hikmê desthilatiya siyasî. Lê çi dikin jî nikarin wî dengî bibirin û rastiyan veşêrin."  
 
'Rojnameger serî natewînin'
 
Di daxuyaniyê hat bilêvkirin rojnameger serî natewînin û wiha hat gotin:"Ji bo ku îşkenceyê veşêrin, giştînameyên nehiqûqî radigihînin û dixwazin ku rojnameger karên xwe bi awayekî azad nekin. Lê tu hikmê wan giştînameyan nîne ji bo rojnamegerên ku naxwazin rastî bên veşartin. Çi dikin bila bikin rojnameger bi pênûs û kamerayên xwe li pey şopa heqîqetê ne û li ber zextên wan serî natewînin. "
 
'Rojnamger ji dû şopa heqîqetê venagerin'
 
Di daxuyaniyê de hat ragihandin rojnameger ji dû şopa heqîqetê venagerin û wiha hat gotin:"Rojnameger hêviya civakê ne. Xebat û hewldana wan ji bo ronahiya civakê gelek pêwîst û girîng e. Bi xebat û xîreta xwe hemû zextên desthilatiyê îfşa dikin. Îşkence, lêdan, kuştin, şer, komkujî, gendelî, talan, xizanî, şideta li dijî jinan, îstîsmara li ser zarokan, rewşa giran a pandemiyê û gelek pirsgirêkên civakî ji aliyê rojnamegeran ve tên vekolîn û aşkerakirin. Bi pênûsa wan rastî di tarîtiyê de namînin. Di riya ronahiyê de em ligel wan rojnamegeran e ku bi pênûs û kamerayên xwe, ji şopa heqîqetê venagerin. 
 
Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê li hemû têkoşer û kedkarên çapemeniyê pîroz be. "