Girtiyên ambargo şermezar kirin lêdan xwarin

  • 10:20 3 Gulan 2021
  • Rojane
Melike Aydin 
 
ÎZMÎR - Dayika Didem Akman, Zulfiye Akman da zanîn ku li girtîgehan zext û şerdên tecrîdê giran bûne û got ji ber girtiyan ambargoya pirtûkan şermezar kirine lêdan xwarine. Zulfiyeyê bang kir û got bila raya giştî berê xwe bide girtîgehan.  
 
Li Girtîgeha Jinê ya Şakranê greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan ya bêdem-dorveger dewam dike. Her wiha li dijî ambargoya pirtûkan çalakiya dengderxistinê ya girtiyan jî didome. Diya Didem Akman a sala borî 7 mehan çalakiya greva birçîbûnê domand, Zulfiye Akman diyar kir berovajî sozê îdareya girtîgehê daye şerd û merc zehmetir bûne û got gardiyanan tundî li Dîdemê kirine. Zulfiyeyê ji bo girtiyan banga piştevaniyê kir. 
 
Polîtîkaya tecrîdê giran dibe
 
Zulfiyeyê diyar kir ku ew herî dawî di 26'ê Nîsanê de çûye hevdîtina Dîdemê û got dema Dîdemê dev ji çalakiya greva birçîbûnê ya veguhertibû rojiya mirinê berde îdareya girtîgehê hinek soz dabûn lê belê ev sozana nehatin girtin. Zulfiyeya diyar kir zext li girtîgehan zêde bûne wiha got:"Hemû tiştî qedexe dikin. Dibêjin daxwaznameyên me naçin. Alavên diyariyê jî nedin. Dixwazin pereyê posteyê jî ji girtiyan bigirin."
 
'Mudurê girtîgehê dibe sedema lêdanê dawiyê temaşe dike'
 
Zulfiyeyê da zanîn ku roja înê dema hevdîtina telefonê ya 09.00-10.00'an pêk nehatiye. Dema ew li girtîgehê geriyane gotine heta 1700'an dem heye. Zulfiyeyê diyar kir li ser vê yekê bi wê re xeyidîne. Keça wê jî gotiye 'ger em di saeta xwe de negerin hûn bizanibin ku saeta îşenceyê ye. Bi hinceta lêgerîna hucreyan 5-6 kes dikevin odeyê û alavên me belav dikin. Xwîna me rijandin.' Mudurê girtîgehê dibe sedema lêdanê dawiyê di kamerayê de lê temaşe dike"
 
'Ev dijminatî ji bo çi ye?'
 
Zulfiyeyê da zanîn mudurê girtîgehê ji bo pisîkek ketiye korîdorê kiriye teşqele û nehiştiye girtî ji wê pisîkê hez bike û wiha domand:"Bi salan e di cihekî 8 metrekare de ye. Tevî ku pereyê wê dide jî pirtûk û kovarên xwe nagirin. Şîşik û tayê wê jî dane hevdu. Heta kîsikê wê jî girtine. Jixwe nikarin her qenalên tv'yê temaşe bikin. Jixwe çend qenalên diyar hene. Ev dijminatî ji bo çi ye, ez fam nakim? Tu dibêjî qey mudur ne ji bo aramiyê ji bo tevliheviyê çêbike hatiye girtîgehê. Di 1'ê Adarê de min bi dozger hevdîtin kir. Min got zarok kovar û pirtûkên xwe dixwazin bidin lê li min guhdar nekir. 
 
Tevî qaxizê dozgeriyê jî pirtûkan nadin
 
Zulfiyeyê diyar kir ku rêveberiya girtîgehê ji bo du mehan sînora 10 pirtûkan danîne û got tevî 160 TL pere girtine jî hîn pirtûk nedane. Zulfiyeyê wiha dom kir:"Didemê ji bo girtina pirtûkan daxwazname daye. Ji dozgeriyê encam girtiye. Lê tevî vê ya dîsa jî pirtûkên wan nehatine dayin. Dixwazin çi bikin nizanim."
 
Banga li Wezareta Dadê
 
Zulfiyeyê da zanîn mudurê girtîgehê dixwaze teşqeleyê derxe û wiha got:"Bila dengê keça min bibihîsin. Bila bibin dengê wê. Hîn keça min tenduristiya wê ne baş e. Ez naxwazim keça min li ber sekeratê be. Bila soza xwe bînin cih."