Li Çewligê tundiya çawişê pispor

  • 09:06 3 Gulan 2021
  • Rojane
ÇEWLIG - Li navçeya Kanîreşê R.O. ji ber ku çawişê pispor Ferhat K. da pey zarokê wê bertek nîşanî wî da. Li ser vê yekê çawişê pispor Ferhat K. gefa mirinê li R.O. da xwarin û piştre tundî lê kir.  
 
Li Malên Turgut Ozal ên TOKÎ ya Navçeya Kanîreşê ya girêdayî Çewligê çawişê pispor Ferhat K. da pey zarokên di heman avahiyê de rûdiniştin û li jêrzemînê dilîstin. Li gorî agahiyên hatine girtin zarokek tirsiya û bezîya cem dayika xwe ya li ber deriyê  avahiyê rûniştîbû. Li ser vê yekê dayika zarok R.O. bertek nîşanî çawişê pispor Ferhat K. da. Lê Fehat K. ji ber berteka R.O. pêşî gefa mirinê lê kir û piştre tundî li wê kir.
 
R.O. rakirin nexwêşxaneyê û li vir rapora lêdanê girt û her wiha çawişê pispor gilî kir.