Parêzer Evîn Konuk: Ev tevger û pêngaveke têkbirinê ye

  • 09:05 3 Gulan 2021
  • Rojane
ENQERE - Parêzer Evîn Konuk diyar kir ku giştînameya ‘qedexeya weşanê’ ya ji aliyê EGM’ê ve hatiye weşandin, bi armanca veşartina sûc û rewakirina delîlan hatiye kirin û wiha berdewam kir: “Ev tevger û pêngavek têkbirinê ye. Rayeyên polîsan roj bi roj tên berfirehkirin. Em bi lez ji dewleta hiqûqê derbasî dewleta polîs dibin.”
 
Giştînameya ‘qedexeya qedê’ ku îmzeya Midûrê Giştî yê Emniyetê Mehmet Aktaş lê ye, di 29’ê Nîsanê de hat weşandin. Di giştînameya hat weşandin de esasa ‘veşariya jiyana taybet û binpêkirina daneyên şexsî’ dertê pêş. Her wiha der barê kesên ku di çalakiyan de dîmen û dengan qeyd dikin de jî, daxwza  lêpirsîna edlî û astengkirina kes hat kirin. Berteka ewil ji rojnameger û parêzeran hat. Her wiha gelek welatiyan jî bertekên xwe nîşandan û bertek didomin.
 
Piştî bertekan wezîrê karê hundir Suleyman Soylu daxuyanî da û got ev giştîname rojnamegeran nahewîne û mafê wan yê kişandina dîmen heye. Tevî vê daxuyaniyê di 1’ê Gulanê de li gelek bajaran mudaxaleyê rojnamegeran hat kirin.  Ekîpmanên wan hatin şikandin û ji ber rojnamegeran dîmen kişandin hatin binçavkirin.
 
Endama Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) Evîn Konuk der barê mijarê de nirxandin kir û got ev biryar bi armanca reşkirina delîlan hatiye dayîn.
 
‘Bi armanca sûcên xwe veşêrin derxistin’
 
Evînê bi lêv kir ku ev giştînameya ji aliyê Midûriyeta Giştî ve hatiye weşandin bi armanca veşartina sûcan hatiye amadekirin û demên dawî de polîs di çalakiyan de mudaxaleyê kesan dikin û gelek sûcan dikin. Evînê wiha dirêjî dayê: “Polîs peywira xwe nebaş bi kar tînin. Li kesan îşkence tên kirin. Ji ber alavên qeydkirin û deng zêdebûne, her kes dikare îşkenceyan qeyd bikin. Ji ber vê jî êdî sûcên ku hêzên ewlehiyê dikin di çapemeniya civakî de bi rehetî tên dîtin.Sûcên xebatkarên cemawerî jî tên dîtin. Emniyet ji ber vê nerehet e. Li şûna ku ji peywirdarên eminiyet û cemaweriyê re bêjin ‘sûc nekin, Îşkencê nekin, peywira xwe nebaş bi kar neynin’, giştînameyekê derdixin û dibêjin ‘pewyirdarên cemawerî dikarin sûc bikin, hun wan nekişînin’ û giştînameyekê derdixin.”
 
‘Hincet ne li gor armancê ye’
 
Evînê bertekên xwe wiha berdewam kirin: “Armaca di giştînameyê de hatiye gotn ne li gor armancê ye. di giştînameyê de hincetek wekê ‘binpêkirina veşariya jiyana atybet û qeydkirina daneyên şexsî’ heye. tişta di giştînameyê de hatiye gotin berovajî wê jiyanek taybet tune ye.  Pêkanîna sûc ya ku xebatkarê cemawerî li ser peywirê dike mijara gotinê ye. Ev rewş jî nakeve jiyana taybet ya peywirdarên cemaweriyê. Ev ne daneya şexsî ye jî. Dema ku kesek sûc bike her kes dikare der barê wî de delîl kom bike.”
 
‘Dixwazin welat wek baxçeyê kulîlkan nîşan bidin’
 
Evînê destnîşan kir ku bi vê giştînameyê dixwazin pêşî li komkirina delîlan bigirin û sûcên ku polîs dikin neyên dîtin. Evînê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îmaja polîsan diyar bûye. Jinên di çalakiyan de tên binçavkirin rastî tacîzê tên. Her wiha ne pêkane qeda dîmen û deng a wesayîtên binçavkirinê bên girtin. Dixwazin pêşî li çapemeniyê jî bigirin ku dîmen neyên kişandin. Yanî hewl didin ku binpêkirinên mafan yên peywirdarên cemawerî dikin neyên dîtin. Ev jî wê bibe sedema windabûna maf a cidî. Ev tê wateya astengkirina mafê girtina nûçeyan. Dixwazin welat wek baxçeyê kûlîlkên bê dirî nîşan bidin. Dixwazin ku nîşan bidin hêzên ewlehiyê qet sûc nakin. Dixwazin kesên dadikevin qadan jî wek terorîst nîşan bidin.  Hemû faliyetên wan wek dijhiqûqê nîşan didin.”
 
‘Ev pêngav û tevgereke çewisandinê ye’
 
Evînê di dawiya axaftina xwe de ev tişt daxuyand: “Li dijî vê giştînameyê kedkarên çapemeniyê jî mudaxaleyekê dipên. Encameke vê ya hiqûqî tune ye. Rojnameger dikarin rastî mudaxaleyê bên, lêpirsînê bên an jî bên binçavkirin. Lê di encama lêpirsînê de bawer nakim ku cezayekê bigirin. Bêguman ev tevgereke tirsandin û çewisandinê ye. Rayeyên polîsan roj bi roj tên berfirehkirin. Em bi lez û bez ji dewleta hiqûqî dur dikevin û derbasî dewleta polîs dibin.”