Kesekî ku dengê Nûranê bibihîze heye gelo?

  • 09:02 3 Gulan 2021
  • Rojane
Hîkmet Tunç - Esra Onver
 
WAN - Nuran C. ku ji ber şîdeta sîstematîk doza destberdanê vekir, diyar kir ku tevî  biryara parastin û durxistinê heye jî tê tehdîdkirin. Nuranê bi gotinên wekê ‘Gelo piştî ku min li ber çavên zarokên min bikuje wê dewlet alîkariyê bike’ bêçaretiya xwe anî ziman û her wiha banga dengê min bibihîzin, ez naxwazim bimrim kir.
 
Bi biryara feshkirina Peymana Stenbolê re li hemû qadên jiyanê şîdeta li ser jinan didome. Li Wane di roportaja me ya li kolanê ya der barê krîza aborî de Nuran C. bi gotinên wekê ‘ez jî dayik im, jin im, gelo kesê ku dengê min bibihîze heye?’ rewşa xwe vegot. Nuranê da zanîn ku 25 sale zewicandiye û rastî şîdeta sîstematîk hatiye û ev 11 mehe doza destberdanê ya ku vekiriye didome.
 
‘Gelo piştî min bikuje wê piştgirî bê dayîn?’
 
Nuranê di berdewamiyê de tiştê ku hatiye serê wê vegot û daxuyakirin ku li dijî şîdeta ku dîtiye serî li hemû saziyên dewletê daye lê tu piştgirî negirtiye û wiha got: “Ma bila dawiya min jî bibe wek ya Emîne Bulut? Gelo piştî ku min li ber çavên zarokên min bikuje, wê dewlet bê cenazeyê min rake?”
 
‘Hemû derî li rûyê min hatin girtin’
 
Nuranê ev tişt anî ziman: “Ez niha di asta destberdanê de me. Ez dayika  zaroka me. Ez çûm weqfên alîkariya civakî, ji ber kaxiza min ya destberdanê tunebû gotin ‘em alîkariyê nadin.’ Ez çûm ber hemû deriyan lê kesî alîkarî neda min. Ez di kirê de me. Çima alîkariyê nadin? Ev neheqiyek mezine. Bi rastî neheqiyek mezine; kes dengê me nabihîze. Lê dema ku sûcekî edlî hebe dewlet hema mudaxale dike. Lê dema jin mexdur dibin, dosya her tim di binî de dimînin.”
 
‘Ez naxwazim bimrim’
 
Nuranê destnîşan kir ku di 25 sal zewaca xwe de her tim rastî şîdetê hatiye û 11 mehe doza destberdanê vekiriye û ev tişt bi lêv kir: “Tevî biryara durxistinê heye, min tehd dike. Daxwaza min ya parastinê heye. Lê mixabin her tim ez di bin tehdîde de me. Parastin û durxistin kêrî tiştekî nake. Telefonê vedike û min tehdîd dike. Dibêje ez ê dayika te qetil bikim. Di vê rewşê de min ji dewletê tu piştgirî negirt.”
 
Banga hestiyariyê
 
Nuranê her wiha balkişand ser rewşa xwe ya aborî û da zanîn ku ew di kirê de ye û ji ber pandemiyê jî pisgirêka debarê dijî û wiha dawî lê anî: “Dengê min bidin bihistin. Ez naxwazim bimrim. Bila jin nemirin. Êdî bes e. Em ji şîdetê re bêjin êdî bes e. Ez banga hestiyariyê li saziyan dikim.”