Qedexeya hat îlankirin 15 rojên din dirêj kirin

  • 14:57 2 Gulan 2021
  • Rojane
 
WAN - Qedexeya lidarxistina bername û çalakiyan a hezar û 623 rojin dewam dike, 15 rojên din dirêj kirin.
 
Walîtiya Wanê ewil, di 21’ê Mijdara 2016’an de, qedexeya lidarxistina çalakiyan îlan kir. Walîtiyê piştre her 15 roj carekê ev biryara xwe ya qedexekirinê dirêj kir. Herî dawî qedexeya çalakiyan a ket roja hezar û 623’yan, carek din ji bo 15 rojan dirêj kir.