Nobeta 'edaletê' di roja 55'emîn de ye

  • 12:55 2 Gulan 2021
  • Rojane
 
RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar ku nobeta 'edaletê' li malê didomînin, bertek nîşanî negirtina gûmanbaran dan û pirsa "Wezîrê Edaletê bi çi mijûl e?" kirin. 
 
Li navçeya Pirsûs a Rihayê beriya hilbijartinên 24'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêstvan û xizmên parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de Hevjîn û du lawên Emîne Şenyaşar hatibûn qetilkriin.  Emîne û lawê xwe Ferît Şenyayar, di 9'ê Adarê de li ber Edliya Rihayê bi daxwaza "edaletê"  dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Piştî ku qedexeya derketina derve hat destpêkirin û şûnde Emîne û lawê xwe li malê çalakiya xwe  berdewam dikin. 
  
Malbata ku 55 roj e nobeta xwe ya "edaletê" didomîne, li ser hesabê xwe yê medya civakî, dîmenê êrîşa li hember ambulansê ya dema ku xizmên wan hatin qetilkirin parve kir. Di parvekirina hat kirin de wiha hat gotin: "Ger ku ambulansa nexweşxaneyê kirin vê rewşê; wê tu kes nexwaze ku rewşa nexweşxaneyê bibîne. Bavê min li ser piyan çû nexweşxaneyê û bi rêya lînçkirinê ew kuştin. Di ser bûyerê re 3 sla derbas bûn lê hîna jî tu kes nehatiye girtin. Wezîrê Edaletê bi çi mijûl e?"