‘Em ne hawêra şer, hawirek aştiyane dixwazin’

  • 09:09 2 Gulan 2021
  • Rojane
 
Marta Somek
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê de rojnameger Sadiye Eser û nûçegîhana Rojnameya Yenî Yaşamê Reyhan Hacioglu der barê zextên li ser çapemeniyê de axivîn.  Rojnamegeran bi lêv kirin ku zext bi tu awayî rojnamegeran naçewisînin û berovajî vê rojnameger zêdetir xwedî li pênûsa xwe derkevin. Her wiha daxwaz kirin ku ew ne hawêreke şer hawêreke aştiyane ku dikarin têde rojnamegeriyê bikin dixwazin.
 
Di sala 1993'yan de Lijneya Giştî ya Netweyên Yekbûyê (NY) biryara da ku li tevahiya cîhanê 3'yê Gulanê wekî Roja Azadiya Çepemeniyê ya Cîhanê bê dîtin. Ji vê tişta tê armanckirin ew e ku rola çapemeniyê di avakirina demokrasiyê de bê dîtin û ji welatên ku çapemeniyê sansur dikin re peyamek bê dayîn. Herwiha bi vê rojê tê xwestin ku rojnamegerên de a xwestine karê xwe bikin û hatine qetilkirin bi organîzasyonên di wê rojê de bên kirin bên bîranîn. Rojnameger Sadiye Eser û nûçegîhana Rojnameya Yenî Yaşamê Reyhan Hacioglu der barê zextên li ser çapemeniyê de axivîn.
 
Rojnameger Sadiye Eser destnîşan kir ku li Tirkiyeyê her tim zext li ser rojnamegeran hebûne û bi taybet rojnamegerên Kurd û muxalîf di hedefa desthilatdariyê de bûne. Sadiyeyê wiha bedewam kir: “Rojnamegerên Kurd û muxalîf ji ber nûçeyên çêdikin, heqîqetê radigihînin tên darizandin. Ger ku ev nûçe nehatibana çêkirin wê heqîqet jî derneketiba holê û wê di tarîtiya dîrokê de winda bibûna.”
 
 Sadiyeyê bi lêv kir ku rojnamegerên ji ber nûçeyê çekirine tên darizandin heqîqet ragîhandine û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Nûçegîhanên MA û yên Jinnewsê ji ber mijara helîkopterê ya Wanê kirin nûçe hatin binçavkirin û 6 mehan girtî man. Gelek mînakên wisa hene. Gelek nûçeyên wek ku Haci Lokman Bîrlîk li pey panzerê hat kişandin, cenazeyê Dayika Taybet ya 7 rojan li erdê ma, qetilkirina Kemal Kurkut û bi sedan nûçeyên din. Ev nûçe ji aliyê çapemeniya Kurd ve hatin weşandin.”
 
‘Nikarin têkoşîna me têk bibin’
 
Sadiyeyê wiha balkişand ser polîtîkayên zextê yên ku desthilatdarî dimeşîne: “Bi van polîtîkayan dixwazin rastiyan di tarîtiya dîrokê de bidin windakirin. Ger ku van polîtîkayan îradeya me bişkanda, îro me nikaribû rojnamegerî bikira. Ji salên 90’î heta niha rojnameyên Kurdan hatin bombebarankirin, nûçegîhan hatin qetilkirin, çapemenî bi KHK’a hatin girtin, bi sedan sansur hatin kirin. Gelek xebatkar hatin girtin.  Tevî her tiştî hat dîtin ku têkoşîn têk naçe. Tevî hemû zextan em xwedî li pênûsa xwe derketin. Ger ku polîtîka wan kêrî tiştekî bikira, dema ku avahî hatin bombebarakirin û xebatkar hatin qetilkirin wê kêr bihata. Bi van polîtîkayan rojnameger têk naçin. Berovajî vê zêdetir xwedî li pênûs, wênekêş û kameraya xwe derdikevin. Em li her qadê rastî zext û binpêkirina mafan tên. Dema mirov li dozên tên vekirin dinêre, mirov dibîne ku azadiya fikr û ramanê li Tirkiyeyê di kîjan nokteyê de ye. Em ne di bi siya şer de, em di hawêreke aştiyane de dixwazin rojnamegeriyê bikin.”
 
Hedefa ewil a êrîşan rojnameger in
 
Nûçegîhana Rojnameya Yenî Yaşamê Reyhan Hacioglu jî destnîşan kir ku li Tirkiyeyê civak di bin zextên giran de ye û polîtîkayên zextê yên li hember muxalîfan, zext û sansur roj bi roj zêde dibin û wiha got: “Ji ber vê rol û mîsyona çapemeniyê girînge. Ji ber mîsyoneke ku heqîqetê radigihîne di nav  xwe de dihewînie. Di vî alî de çapemeniya azad di nokteyek girîng de cih digire. Di êrîşeke herî biçûk ya li hember civakê de çapemenî hedef tê girtin. Me mînaka vê ya herî ber bi çav di 2016’an de dît.  Piştî hewldana darbeyê şûnde, saziyên muxalîf, STK, bi sedan saziyên çapemeniyê bi KHK’ê hatin girtin. Rojnameger hatin grtin û ji karê xwe hatin kirin. Tirkiye di rêza azadiya çapemeniya cîhanê de her tim li dawî ye. Ev jî feraseta dewletê nîşan dide. Ji ber ku tucar car behsa aştiya civakî nayê kirin, mixabin çapemenî dibe hedefa zextan.”
 
‘Nûçegîhanî sûc tê nîşandan’
 
Reyhanê diyar kir ku rojnamegerî pîşeyeke, mewziyeke cuda y û ev nirxandin kir: “Dewlet ku polîtîkayan derdixe dixwaze civak jî vê qebûl bike. Ji ber vê jî yên ku herî baş lêpirsîna heqîqetê dikin rojnamegerin. Lê rewşeke wisa diafirînin ku wekê ku faliyetên wan îlegalin nîşan didin. Kesên di çapemeniya muxalîf de dixebitin, hemû rastî binçavkirin, girtin û dozan hatine. Hewl didin ku nûçegîhaniyê sûc nîşan bidin. Ev tê wateya ku ‘em naxwazin hun vî karî bikin.’ îdianame jî di vî esasê de tên amadekirin. Di şertên Tirkiyeyê de pêkanîna rojnamegeriyê pir zehmete.  Hele ku li Kurdistanê encamên hîn bêtir giran dertên holê. Lê zext tu car rojnamegeran natirsînin.  Me dixwest ku şert baş bin û em nûçeyên hîn bêtir xweş çêbikin. Mîrateyeke ku bi bedelên giran hatiye bidestxistin heye. Ji 20’an zêdetir hevalên me hatin qetilkirin.  Kiryar nediyarin. 25 sale, kesên çû nûçeyê û venegeriyane hene.”
 
‘Êrîş veguherîne kêyfiyetê’
 
Reyhanê di berdewamiyê de nêrînên xwe wiha anîn ziman: “Desthilatdariya 19 salî heye.  Şertên ku roj bi roj zext û faşîzm zêde bû hene. Çapemenî jî her tim di nav rewşê de bû. Em niha pêvajoyeke ku pandemiyê dikin hincet, dijîn. Em li qadê rastî astengiyan tên. Çend roj berê di şopandina nûçeyê de kameraya nûçegîhanê ARTI TV hat şikandin. Ligel vê êrîş, şîdeta fîzkî û binçavkirin hene. Îro Jinnews jî têde malper tên astengkirin, sansurkirin û girtin. Êrîş veguherine kêfiyetê. Qanûn jî li gorî vê hatine amadekirin. Dema dilê wan bixwaze qedexeyan tînin, asteng dikin, televîzyonan digirin.  Em hemû êrîşan dikarin bi berxwedanê û têkoşînê têk bibin. Ji bo yek hevalek din neyê girtin, divê em têbikoşin. Em çiqas di nav piştevaniyê de bin û yek bin, em ê ewqas jî êrîşan beralî bikin.”