Komeleya Jinê ya Mîmozayê ji bo jinan bû feyz

  • 09:02 2 Gulan 2021
  • Rojane
 
Kîbriye Evren
 
MÊRSÎN - Li Mersînê komeke jin Komeleya Jinan a Mîmoza ku navê xwe ji kulîlka ‘mîmoza digire’ ava kirin. Seroka komeleyê Çîgdem Goksoy, diyar kir ku di demên dawî de kuştinên jinan zêde bûne û got: "Her roj hema hema sê jin ji aliyê mêran ve tên qetilkirin. Ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê jiyan li jinan tê tengkirin, lê mêr tên xelatkirin. Me li dijî vê yekê biryara avakirina komeleyê girt."
 
Kulîlka mîmoza ku bi xwe re berxwedêrî û karektereke xurt dihewîne, ji bo jinan bû çavkaniya îlhamê. Li navçeya Akdenîz a Mersînê komek jin Komeleya Jinan a Mîmoza vekirin û navê xwe ji kulîlka Mîmozayê digire. Hedefa komeleyê ev e ku her cureyê newekheviya li hember jinan rabike, jin di her qadê de rola çalak bilîzin, çareseriyan pêş bixînin, li dijî şîdeta li ser jinê li qada neteweyî û navneteweyî têbikoşe.
 
Seroka Komeleyê Çîgdem Goksoy der barê armanca avakirina komeleyê, fikra avakirina komeleyê de, şîdeta li ser jinê, dîplomasî, Peymana Stenbolê û qanûna komeleyan de axivî.
 
*Li Mersînê ji ber kîjan hewcedariyê fikra avakirina komeleyê derket holê? Hûn dikarin  ji me re vebêjin?
 
Wek hûn dizanin di demên dawî de kuştinên jinan zêde bûne. Her roj hema hema sê jin ji aliyê mêran ve tên qetilkirin. Lê tevî vê ji rewşa baş ceza tê daxistin û ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê jiyan li jinan tê tengkirin, lê mêr tên xelatkirin. Her wiha gotinên desthilatdariyê yên zayendperest, biçûkxistin û cudakirinê jî qadên tevgera jinan bi sînor dike û nahêle ku derkevin qada cemaweriyê. Di demên cuda de kuştinên jinan zêde bûn.  Polîtîkayên dewletê, gotinên wan ên zayendperst bi pêvajoya pandemiyê re derket asta herî jor. Li ser vê me ferq kir ku merciyên ku jin pê bişêwirin, piştgiriyê jê bigirin qels in. Me jî bi armanca ev qelsî ji holê rabe biryara komeleyê girt. Di komeleya me de parêzer, civaknas, hemşîreya teqawît, peywirdara xebatkara xizmeta civakî, teknîker heye. Em bi 7 jinan re hatin gel hev. Me di bin sîwaneya rêxistina civaka sîvîl de fikra têkoşînê pêş xist û em çûn avakirina komeleyê.
 
*We navê komeleyê Mîmoza danî? Çîrokek wê hebe hûn dikarin vebêjin?
 
Di 1946’an de li Îtalyaya ku ji şerê duyemîn yê cîhanê hilweşandî derketibû, mirov ji bo texrîbatan ji holê rabikin li hêviyeke der barê jiyanê digeriyan. Endamên Yekîtiya Jinan a Îtalyan, Teresa Matteî, Rîta Montagnana û Teresa Noce difikirin ku avakirina ji nû ve civakê girêdayê ‘piştevaniya jinê ye’. Ji bo vê piştevaniyê sembolîze bikin jî tercîhkirina kulîlkekê pêşniyar dikin.  Di nav hemû pêşniyaran de Qurnefîl û Mîmoza dertê pêş. Kûlîlka Mîmoza bi rengê xwe yê zer ku kêfxweşî û hêvî dida mirovan, ked û lênerîneke mezin jî nedixwest. Ji ber vê jî bo ku gelê Îtalya zû bê ser xwe nav Mîmoza datînin. Ji wê rojê heta niha di serî de li Îtalya û Rûsyayê li gelek welatan di 8’ê Adarê de kulîlka mîmoza diyariyê jinan tê kirin. Ji ber vê jî jin ne ji hezkirî yan jî zarokên xwe, ji jinên dostên xwe kulîlka Mîmoza wek diyarî digirin.
 
Kulîlka Mîmoza wate û çîroka xwe, deyndarê rengê xwe yê zer ê kêfxweşiyê dide mirovan.  Li pişt dîmena xwe ya ku wek jinan şikestî xuya dike, di esasê de karekterekî xurt dihewîne. Kulîlka Mîmoza di şertên  cografîk ên giran de vedike. Ji ber vê jî ji bo coş û hêviyê îfade bike me navê komeleya xwe kir Mîmoza.
 
*Di broşura venasîna xwe de; hûn dibêjin şîdet ne tenê lêdan, bi alavên birînê  lêdayîn, bi alavên sotemeniyê zirar dayîn e. Hûn dikarin ji me re behsa cureyên şîdetê bikin?
 
Di roja me ya îro de bi pêşketina alavên teknolojîk re bi bikaranîna çapemeniya civakî û geşedanên di qada dîjîtal re em bi şîdetên dîjîtal re tên rû hev. Ger ku alavên teknolojîk ji bo kontrolkirina jinê, biçûkxistin û cezakirin, kontrolkirina jinê bê bikaranîn em vê wek şîdeta dîjîtal didin venasîn. 
 
Yek cureyeke din a şîdetê jî şîdeta partner e. Di vê cureya şîdetê de armanca esas ev e;  kesê bi mexdûrê re ji nû ve têkiliyê nikare ava bike, ji bo tolgirtinê an jî ji bo têkiliya ku qedyaye ji nû ve bide destpêkirin, serdestiyê dike. Rêbaz jî ev e, bi israr dişopîne, hedef dike ku hêza ruhî bişkîne. Piştî vê şopandina sîstematîk tirs û fikar jiyana rojane diguhere.
 
Ligel vê şîdeta flortê heye. Mêr vê ji bo xwe wek maf dibîne û  bi biryara li ser navê jinê dide destpêkirin. Gelek jin ji aliyê hevalên xwe yên mêr ve rastî vê şîdetê tên. Jin xwe li hember hevalên xwe yên mêr berpirs dibînin û ji hevalên xwe, aktîvîteyên xwe dûr dikeve û dikeve bin tecrîdê. Ev jî şîdeta flortê bixwe re tîne.
 
Şîdeta herî şênber û tazî jî şîdeta fîzîkî ye.  Yek ji teşeyên şîdeta ku di civakê de herî zêde tê dîtinê ye. Ji aliyê bav, bira, hevjîn, partner an jî mêrên ku nayên nasîn ve, li malê an jî qada cemawerî, cureyê şîdeta ku herî zêde em pê re tên rû hev e. Bi gelek rêbazan şîdeta fîzîkî pêk tê.
 
Ligel van cureyên şîdetê, bi armanca cezakirin biçûkxistin û kontrolkirina jinê hêza bedenê bê bikaranîn ev şîdeta fîzîkî ye, ger ku hêza hestî bê bikaranîn ev şîdeta psîkolojîk e, di alî zayendî de hêz bê bikaranîn ev şîdeta zayendî ye, hêza aborî bê bikaranîn ev şîdeta aborî ye. Em li dijî hemû cureyên şîdetê,di çarçoveya derfetên xwe de projeyên piştgiriyê amade dikin.
 
*Em ji broşurê bidomînin. Li dijî ku dîplomasî daketiye qada makro û wek tiştekî aydê mêran tê dîtin, îtîraza we heye. Dîplomasî çima ji bo jinan girîng e? Wek komeleya Mîmoza di qada dîplomasiyê de hedefên we çi ne? 
 
Dema ku xebatên demokrasiyê tê gotin ewil têkiliyê navneteweyî, ewlehî, şer, dewlet yanî wek nêrîneke serdest a mêr tê dest girtin.Ji ber vê jî bi salên dirêj jin ji qada dîplomasiyê dûr hatin girtin. Lê her ku têkoşîn û daxwaza maf a jinan derket pêş, girîngiya dîplomasiyê jî zêde derket holê. Ji bo têkoşîn li dijî şîdeta li ser jinan bê dayîn û hêz bê mezinkirin, em di vê qadê de hedef dikin ku bi her kesî re piştevaniyê mezin bikin. Wek Komîsyona Dîplomasiya Komeleya Mîmoza berpirsyariya me ya herî mezin, hem li qada neteweyî hem li qada navneteweyî, ji bo li dijî şîdeta li ser jinan têkoşîn bê dayîn, di esasa rêgezên me de, avakirina toreke piştevanî û tifaqê de ye. Di vî alî de me bi STK, sazî û lijneyan re hevdîtin kirin. Em bi torên têkoşîna ku jinan xurt dikin, dibin yek. Ji bo em komeleya xwe bidin nasîn û yekitiya hêzê ava bikin em çûn serdana saziyên têkildar yên Mersînê. Em bi Mersînê re sînor neman. Tevî ku em hîna di destpêka rê de ne me gelek rê da  pişt xwe.
 
*Ji bo newekheviya di civakê de bê rakirin we çi xebat meşandin? Hûn dikarin behsa projeyên xwe yên ji vir şûnde bikin?
 
Em hîna di destpêka rê de ne. Lê ji roja me dest bi xebatên xwe kir, serlêdanên ji bo piştgiriya hiqûq, psîkolojîk û starbûnê hatin kirin. Barê jinan sivikirin, nîşanê me da ku divê em tora xwe mezin bikin û pêş bixînin. Di vî alî de bi Platforma Jinan a Mersînê re çalakî û bernameyên me çêbûn. Em endamên Mor Çati, Koalîsyona Jinê û Platforma Eşîk in. Em hewl didin têkoşina xwe xurt bikin. Em tevlî perwerdehiyên ku Lijneya Civaka Sivîl pêk anîn, bûn. Projeyek me nû dest pê kiriye heye. Bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya Jinan a Mor Salkim re li 4 bajaran wê projeya ‘em li dijî şîdetê pê li firênê dikin’ wê pêk bê. Ez nizanim ku em pêşî li şîdetê bigirin an na, lê em ê bibin lingekî têkoşîna ku şîdet û newekheviya li hember jinê bê dîtinê. Xebatek me ya der barê ajokarên Taksiyê de heye. Dema ku jinek rastî şîdetê hatibe, dikarin çi bikin de wê rê û rêbaz bên dayîn. Bi Odeya Ajokar û Wesayîtan  a Mersînê re ji bo vê projeyê protokolek hat îmzekirin.
 
*Hûn komeleyeke li dijî şîdet, newekheviyê ne. Di van rojên ku hatin hatin avakirin de, fehskirina Peymana Stenbolê hat rojevê. Jin li qadan dibêjin ‘ev feshkirin ji bo me ne derbasdar e. Hûn di vê mijarê de çi dibêjin?
 
Li gorî xala 90’emîn a Destûra Bingehîn, Peymana Stenbolê ku ji ber peyamaneke navneteweyî û der barê mafê mirovan de ye, ‘di alî hiyerarşiya norman de di ser qanûnan de’ cih digire. Ji ber vê jî Peymana Stenbolê bi qanûneke ku TBMM derxîne dikare ji meriyetê bê rakirin. Hiqûqnas diyar dikin ku Peyman, peymanek navneteweyî ye û di hukma qanûnê de ye, rayeya feshkirina serokomar tune. Tevî ku Tirkiye yek ji welatên ku ewil îmze avêtiye peymanê, di şevekê de ji aliyê serokomar ve tê feshkirin. Di saetên ku biryara feshkirinê dihat nîqaşkirin de 6 jin hatin qetilkirin. Ev jî tê wateya ku polîtîka bêcezabûn zêde zêde xwe daye der.  Ji bo me biryara bi biryarnameya serokomariyê hatiye dayîn ne derbasdar e.
 
*Hûn komeleyek nû ne. Di mehên borî de desthiladariyê qanûna komeleyan derxist û bi vê qanûnê re dikare qeyûm tayîne komeleyan bê kirin, malên wan dikarin bên desteserkirin. Hûn der barê vê de çi dibêjin?
 
Qanûneke ku komeleyan û weqfan bê bandor bihêle hat derxistin. Bi vê qanûnê hewl didin pêşî li civaka sivîl bigirin. Rêxistinên civaka sivîl ji xwe bi zor li ser piyan e. Desteserkirina malê komeleyan jî tê wateya  ku wan bêdeng bikin. Wê bandor li se tor û piştevaniya jinan jî bikin. Ji ber em jin her tim bi qelsî û agahiyên şaş jiyana xwe didomînin lê yek ji peywira komeleyên jinan ev e ku civakê rast bikin xwedî agahî û tora piştevaniyê mezin bike ye. Ji ber vê jî em vê qanûnê wek astengî li pêş  rêxistinbûn û hişmendîbûna jinê jî dibînin.