Emîne Şenyaşar 50 roj e di nobeta 'edaletê' de ye

  • 11:48 27 Nîsan 2021
  • Rojane
 
RIHA - Çalakiya nobeta 'edaletê' ya Emîne Şeyşar di roja 50'emîn de berdewam dike.  Malbata ku li ser medya civakî parvekirin kir gazinca "edalet û hiqûq" tune ye kir. 
 
Emîne Şenyaşar a ku hevjînê xwe û du kurên xwe, di êrişa parêzvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz de winda kirin, nobeta ku bi daxwaza “Edaletê” li pêş Edliyeya Rihayê li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar, daye destpêkirin di roja 50’emîn de berdewam dike.
 
Malbatê li ser medya civakî parvekirin kir û got, "Hîna jî bahsa maf û hiqûqê dikin! 3 mirovên me li nexweşxaneya dewletê hatin qetilkirin! Hîna tu kes nehatiye girtin. Li vir rastiyeke bi êş heye niha ji bo me EDALET û hiqûq tune ye."