ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2021'Ê

  • 09:00 27 Nîsan 2021
  • Rojev
* Baxçeyên Hewselê bi bereketa xwe her tim bûye çavkaniya debara malbatan. Bi hatina biharê re malbat berê xwe didin Hewselê û dest bi çandiniyê dikin. BI DÎMEN 
 
* Jinên li tekstîla cilan dixebitin têkildarî 1'ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê diyar kirin ku keda jinê nayê dîtin û wiha gotin: "Jin li mal û li kar dixebitin. Ew qehremanên ku keda wan ji nedîtî ve tê ne. Ji ber wê sedemê jî berî her tiştî roja jinan pîroz be. Heta keda me bê dîtin em têbikoşin." BI DÎMEN 
 
*Hevseroka SES’ê Selma Atabey diyar kir ku wê di 1’ê Gulanê de bêjin ‘em naxwazin bimirin’ û bal kişînin ser mafê jiyanê û got: "Ligel vê em ê Peymana Stenbolê bînin ziman. Em ê di 29’ê Nîsanê de li kargeriyan di 30’yê mehê de jî li qada mîtîngê bên gel hev."BI DÎMEN 
 
*Vîrûsa korona her diçe zêde dibe û welatiyan diyar kirin ku xebatê aşiyê qelsin. Welatiyan her wiha destnîşan kirin ku hem xebatên aşiyê qelsin û hem jî baş nayê bi rêvebirin. BI DÎMEN 
 
* Danişîna ewil a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 28 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin duh hat dîtin. Parlamenterên jin ên HDP'ê diyar kirin ku darizandina ku tê kirin darizandina jin, kurd û têkoşînê ye û wiha gotin: "Ev tişt bi destê tifaqa AKP û MHP'ê pêk tê û dixwazin HDP'ê tasfiye bikin." BI DÎMEN