BMG: Em ê di 1'ê Gulanê de li Taksîmê bin

  • 16:22 26 Nîsan 2021
  • Rojane
 
STENBOL - BMG'ê 'qedexe' kirina pîrozbahiyên 1'ê Gulanê nasnekir û diyar kir ku wê li Taksîmê û li her cihî 1'ê Gulanê pîrozbikin. 
 
Hêza Têkoşînê ya Yekbûyî (BMG) bi daxuyaniyekê ragihand ku di serî de li Taksîmê wê 1'ê Gulanê li her cihî pîroz bikin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku tedbîrên qaşo ji bo şewbê hatine wergirtin, hewldanek desthilatdariyê ya ji bo bêdengkirina muxalefetê ye. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku wê guh nedin zext û qedexeyan û qadan dagirin, 1'ê Gulanê pîroz bikin.