'Dê ji doza Kobanê AKP -MHP bên darizandin'

  • 14:39 26 Nîsan 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo 108 siyastemedarên ku dê ji doza Kobanê bên darizandin HDP'ê li gelek bajaran hemwexet daxuyanî da û got, "Dê AKP -MHP ji doza Kobanê bên darizandin"
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), derbarê Doza Kobanê ku di nava 108 siyasetmedarên tên darizandin de hevserokên berê yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag  û Selahattîn Demîrtaş jî cih digirin de bi awayê hemxwext li bajarên cuda cuda daxuyanî da. 
 
Wan 
 
 Li wanê di daxuyaniya ku li baxçeyê avahiya HDP'ê hat dayîn de rêveberên bajêr û navçeyên bajarê tevli bûn. Daxyanî ji aliyê Rêveberê Bajarê Sedat Alkan ve hat xwednin.
 
Şirnex 
 
Li Şirnexê Rêxistina HDP ya Şirnexê, ji bo Doza Kobanê li ber avahiya xwe daxuyanî da. Rêxistinên HDP'ê yên navçe, Dayîkên Aştiyê, aktivîstên TJA û gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla Hevseroka rêxistina HDP'ê ya Şirnexê Sabuha Akdag ve hat xwendin. 
 
Riha
 
Rêxistina HDP'ê ya Rihayê jî, li avahiya partiya xwe civîneke çapemeniyê li dar xist. Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan, nûnerên sazî û dezgehên rêxistinên civaka sivîl, rêvber û endamên partiyê beşdarî civînê bû. Omer Ocalan di civînê de axivî û dest nîşan kir ku ew di rojên dîrokî re derbas dibin. Omer Ocalan bal kişand ser Doza Kobanê û wiha got: "Di sala 2014'an de li Kobanê zilmek mezin hebû. Li pêşberî Pirsûsê dîrokek hat nivîsandin. Partiya me ji bo vê banga demokrasiyê kir." Piştî axaftinê, Hevserokê HDP'ê yê Rihayê Ziya Çalişkan metna daxuyaniyê xwend. 
 
Mûş
 
Di daxuyaniya ji aliyê Rêxistina HDP'ê ya Mûşê ve hat lidarxistin de jî, Hevserok Sîbel Geneç, wiha axivî: "Doza Kobanê bi zextên siyasî hatiye vekirin. Emê li dijî van bêmafiyan têkoşîna xwe dewam bikin. Em bang li hemû rêxsitinên girseyî yên demokratîk dikin ku xwedî HDP'ê derkevin." 
 
Colemêrg 
 
Li Colemêrgê jî, rêxistina HDP'ê daxuyanî da. Hevseroka HDP'ê ya Bajêr Humeyra Armût, di daxuyaniyê de ev axaftin kir: "Em li dijî Doza Kobanê piştevaniyê mezin bikin û vê dozê bikin doza parastina civakê." Piştî axaftinê, daxuyanî bi lêxistina çepekan bi dawî bû.
 
Îzmîr 
 
Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê jî bi heman armancê, li ber Navenda Çand a Turkan Saylan a li Alsancakê  daxuyanî da. Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê, Komeleya Bektaşî ya Elewiyan, Rêxitina Bajêr a TOP, Partiya Çep a Keskan, Komeleya Piştevaniya Mor, rêxistina Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) û rêveberên Rêxistina Bajêr a SYKP’ê, piştgirî dan daxuyaniyê. Hevserokê HDP’ê y ê Îzmîrê Kadir Baydûr daxuyanî da.
 
Mugla
 
Li navçeya Menteşe ya Muglayê derbarê Doza Kobanê ku HDP'yî jê tên darizandin de Rêxistina Bajêr a HDP'ê civîn li dar xist. Di civînê de pankarta 'HDP dadrizîne' hat vekirin û metê ji bo çapemeniyê yê tirkî ji aliyê HevserokA HDP'ê yA Muglayê Fulya Erdogan û yê kurdî jî ji aliyê Hevserokê navçeya Menteşe yê HDP'ê Îbrahîm Kol ve hat xwendin. Gelek kes û endamên partiyê tevli civînê bûn.  Herwiha HDP'ê li navçeyên Mugla Mîlsa û Bodrumê jî bi tevlibûna hevserokên navçeyan civîna çapemeniyê li dar xist. 
 
Di heman demê de li bajarên weke Dersim, Sêrt û Dîlokê jî, bi heman armancê daxuyanî hatin dayîn û bangên piştgirî û piştevaniyê hatin kirin. 
 
'Dê li dijî pergala şer têkoşînê bilind bikin'
 
Daxuyaniya ku li bajaran hatî dayîn wiha ye: "Ev doza ku dixwaze civakê dîl bigire û demokrasiyê bifetisîne, nîşan dide ku zihniyeta DAIŞ'ê dewam dike. Wê rojê hemû gelên cîhanê û Tirkiyeyê ji bo Kobanê çawa li dijî zihniyeta DAIŞ’ê bibûn yek, dengê xwe bilind kirin û piştevaniya hev kirin, îro jî heman piştevaniyê dê nîşan bidin û ew ê vê dozê xirab bikin. Divê baş bê zanîn ku tu kes nikare heqîqetê bifetisîne. Piştgirî û piştevaniya hêzên demokrasiyê dê van hesaban xirab bike. Armanca vê doza bi fen û fût ew e ku siyaseta demokratîk bi temamî berdest bike û HDP’ê tasfîye bike. 6 sal piştî protestoyan doz hat vekirin û ev yek jî heqîqetê derdixe holê. Desthilatdariya AKP-MHP’ê îro li her qadê êrişî kurdan û hêzên demokrasiyê dike, di ser van êrişan re hewl dide ku ji krîzên ekonomîk, civakî û siyasî xelas bibe.
   
Hikûmeta AKP û MHP’ê hewl dide ku bi rêya doza Kobanê siyaseta demokratîk bixeniqîne, li aliyê din jî hewl dide ku bi operasyonên derveyî sînor siyaseta xwe ya dagirkirinê berfireh bike. Em hemû êrişên li dijî destkeftiyên Gelê Kurd şermezar dikin. Polîtîkayên xwe yên dagirkirin û berfirehkirinê yên ku bi berxwedana Kurdan û dostên wan li Kobanê têkçuyî  îro dixwazin li xaka Hikûmeta Herêma Kurdistanê biqedînin. Ev zihniyeta ku dixwaze vîna Gelê Kurd teslîm bigire û wan ji holê rake, li her qadan êrişên xwe zêde dike û hewl dide têkoşîna azadî û wekheviyê bifetisîne. Em, piştgirî û piştevaniya xwe xurt bikin û dek û dolabên Doza Kobaniyê bi hevdu re pûç bikin û vê dozê bikin doza parastina demokrasî û civakê. Em li hemberî polîtîkayên şer û pevçûnê dengê xwe bilind bikin. Di vê doza dîrokî de, em bangî raya giştî ya demokratîk, sazî û dezgehên civaka sivîl dikin ku werin em bi hev re li dijî vê pergala vir û derew û kûmpasê, têkoşîna xwe bilind bikin.”