Emîne Şenyaşar 49 roj in nobeta xwe didomîne

  • 11:58 26 Nîsan 2021
  • Rojane
 
RIHA - Emîne û lawê xwe Ferît Şenyaşar çalakiya xwe ya nobata "Edaletê" li ber edliyeyê didomîne. Çalakiya malbatê 49 roj in didome. 
 
Emîne Şenyaşar a ku hevjînê xwe û du kurên xwe, di êrişa parazvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz de winda kirin, nobeta ku bi daxwaza “Edaletê” li pêş Edliyeya Rihayê li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar re, da destpêkirin di roja 49’emîn de berdewam dike.
 
Malbat li ber edliyeyê banga piştevaniyê kir û Emîne da zanîn ku heta niha li hemberî daxwazan tu bersiv nehatiye dayîn. Emîne, da zanîn ku heta niha bi dehan caran hatine binçavkirin û got: "Divê em bizanin ku edalet nîne. Cezayek mezin dan kurê min lê cezayek kêm jî dan Yildizan. Em di meha Rêmezanê de ne û em edaletê digerin. Meha Remezanê ji me re heram kirin."
 
Her wiha malbat li ser medyaya civakî jî banga piştevaniyê kir.