Di doza Kobanê de nûçegihanên MA'yê hatin astengkirin
- 11:29 26 Nîsan 2021
- Rojane
ENQERE - Polîsan tundî li nûçegihanên Ajansa MA'yê yên berî Doza Kobanê xwestin li pêş girtîgehê dîmenan bikişînin kirin û ji wan re wiha gotin: “Me ji midurê xwe ferman girtî ye, em ê nehêlin ku Ajansa Mezopotamyayê li vir be.”
Beriya danişîna ewil a Doza Kobanê polîsan mudaxileyî çapemeniyê kirin. Polîsên ku nehiştin çapemenî dîmenan bikişîne, anîn ziman ku ji bo pêkanîna taybet a li dijî nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) ji midurên xwe ferman girtine. Nûçegihanên MA'yê yên xwestin dîmenan bikişînin û nûçeyan binivîsin bi zora polîsan ji pêş girtîgehê hatin dûrxistin. Polîsan bi awayekî fîzîkî tundî li nûçegihanên MA'yê Dîren Yûrtsever û Selman Guzelyuz kirin.
Polîsan ji nûçegihanan gotin: “Me ji midûrê xwe ferman girtî ye, em ê nehêlin ku Ajansa Mezopotamyayê li vir be.” Parêzerên ajansê wê derbarê polîsên ku tundî li nûçegihanan de kirine û ew astengkirine de gilî bikin.