Danişîna doza Kobanê di bin dopêçê de destpê dike

  • 10:31 26 Nîsan 2021
  • Rojane
ENQERE - Hevserokên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar xwestin pêşiya danişîna doza Kobanê ya li Kampusa Girtîgeha Sîncanê pêk bê, daxuyanî bidin lê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Li dijî astengiyan Mîthat Sancar axivî û got: "Doz doza tolhildanê yê, lê em ê têkoşîna xwe ya demokrasiyê mezin bikin." 
 
Piştî 6 sal û 3 mehan ji ber çalakiyên 6-8 cotmehê yên li dijî êrîşên DAÎŞ’ê yên li ser Kobanê, Hevserokên Giştî yên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de derbarê 108 kesan de doz hatibû vekirin. Di dozê de 28 kes girtî tên darizandin. Danişîna dozê ya ewil wê îro li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya li Kampusa Girtîgeha Sîncanê tê dîtin. 
  
HDP’ê, amadekariyên xwe yên ku piştî vekirina dozê dabû destpêkirin temam kirin. Welatiyên ku li pêş rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyên Enqerê kom bûn wê bi wesayitan biçin Sîncanê. Wesayiteke ku HDP’ê ji bo rojnamevanan girt jî li pêş Navenda Giştî ya HDP’ê rabû. Ji bo gengeşiya ku dibe li pêş eywana danişînê çêbibe, komîsyoneke ku parlementerên HDP’ê jî di nav de ne hat avakirin. 
  
Di danişîna ku HDP bi Koma xwe ya Meclîsê tevlî dibe de tê payîn ku şandeyên biyanî, serok û nûnerên baroyan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî jî di nav de gelek kes dainişînê bişopînin.
 
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar xwestdin li ber girtîgehê daxuyaniyek bidin lê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Dora girseyê ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin. Çapemenî hat astengkirin. Ligel astengiyan Mîthat Sancar daxuyanî da. Mîthat wiha dest bi axaftina xwe kir: "Hûn jî dibînin ku dora me dorpêç kirine û dixwazin me bêdeng bikin. Lê bi tu awayî nikarin me bêdeng bikin. Doz doza tolhildanê ye. Lê em ê bi helwesta xwe wê nêzîkatiyê pûç bikin. Em ê dek û dolabên xwe vala derxin. Em ê têkoşîna xwe ya demokrasiyê mezin bikin."
 
Piştî axaftinê kom derbasî salonê bûn. Parlamenterên CHP'ê, nûner û serokên Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) û Partiya Kedê (EMEK) û gelek nûnêrên partiyên siyasî, sendîka, sazî û rêxistinên sivîl tevlî danişînê bûn. Her wiha parêzer û rojnemger jî di salonê de cih xwe girtin.