Feleknas Ûca behsa hevdîtinê kir: Em li hêviyê ne gav bê avetin

  • 10:28 26 Nîsan 2021
  • Rojane
Oznur Deger
 
ENQERE - Parlamentera HDP'ê Feleknas Ûca ya ku hevdîtina CTP'yê nirxand wiha got:"Ew ê têkiliya me ya CPT'yê re bi hêz bibe. Em ê hevdîtinên xwe bidomînin. Hevdîtin girîng bû û di pêvajoyeke girîng pêk hat. Me daxwazên xwe, daxwazên malbat û parêzeran ragihand. Em hêvî dikin gav bên avêtin." 
 
Hevberdevkên Komisyona Têkiliyên Derve yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Ûca û Hişyar Ozsoy, di 23'ê Nîsanê de li bajarê Strasbourgê yê Fransayê bi Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) li ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan hevdîtin pêk anîn. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan a kûr dibe dibe sedema fikaran. Her wiha qutkirina telefona Abdullah Ocalan a bi malbata wî re fikar zêdetir kir. 
 
Hevberdevka Komisyona Têkiliyên Derve ya HDP'ê Feleknas Ûca têkildarî hevdîtina bi CPT'yê re û tecrîda li Îmraliyê kûr dibe nirxandin kir. 
 
'Me wekî HDP'ê cara yekem bi xwe bi CPT'yê re hevdîtin kir'
 
Feleknasê diyar kir ku Abdullah Ocalan ev 22 sal in rehîn tê girtin û got ev tecrîd ne tenê ji bo malbat û parêzerên wî ji bo gelê kurd û dostên gelê kurd jî xeta sor e. Feleknasê da zanîn tecrîda Îmraliyê 22 sal in bi çalakiyên ku tên kirin di rojevê de tê hiştin û wiha got:"Me wekî HDP'ê cara yekem bi xwe bi CPT'yê re hevdîtin kir. Bi komisyonên em tên gel hev re em pirsgirêkên li Tirkiyeyê nîqaş dikin. Em pirsgirêkên xwe rave dikin. Em bi salan e bi CPT'yê re di nava têkiliyê de ne û em pirsgirêkan bi hev re nîqaş dikin. Em daxwazên malbat û parêzeran û rewşa girtîgehên li Tirkiyeyê parve dikin. Yek ji mijarên em bi CPT'yê re nîqaş dikin çalakiyên grevên birçîbûnê yên li girtîgehan e. Serîhildana li girtîehan 150 roj in didome. Piştî serîhildanan hevdîtin pêk tên tecrîd hinekî radibe lê piştre hevdîtin dîsa qut dibin. Divê ev mersele ji kokê bê çareserkirin. Em tim bi pirsgirêkan rû bi rû dimînin."
 
'Girtîgeh veguherîne navendên îşkenceyê'
 
Feleknasê diyar kir ku zext, tundî, tecrîd roj bi roj zêde dibin û wiha dewam kir:"Tecrîd ne tenê li ser Abdullah Ocalan li ser hemû girtiyan pêk tê. Dest dixin ser mafên girtiyan. Her girtîgehek veguheriye navenda îşkenceyê. Girtiyên bi salan e di girîgehan de tên girtin ji însiyatîfa mudur tê hiştin û bi zagona derxistine nahêlin girtî bên tehliyekirin. Girtîgeh bûne navenda goristanê. Çimkî her roj cenazeyek derdikeve. Nexweş û kesên demeke dirêj e di girtîgehan de tên girtin tên rojevê. Meha borî dema em çûn Strasbourgê me xwestibû em bi CPT'yê re hevdîtinê bikin lê wê demê CPT'ê li Tirkiyeyê bû û girtîgeh ziyaret dikir. Loma me hevdîtineke rû bi rû pêk neanînin. Me bi rêya telefonê tecrîd û rewşa girtîgehan nîqaş kir. Wê demê pêşniyarên çareseriyê hatin nîqaşkirin. Vê carê derfeta hevdîtina rû bi rû çêbû. CPT girêdayî Konseya Ewropayê ye û rêxistina çavderiya Girtîgeha Îmraliyê dike ye. CPT gelek carî çû Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir û rapor pêşkêş kir. Di rapora çend meh berê îşkenceya li Îmraliyê jî kir nava raporê. Piştî demeke dirêj cara ewil sîstema Îmraliyê wekî îşkenceyê hat pênasekirin. Ev rewşeke girîng e. Lê belê di hatina dawî de neçûn serdana Îmraliyê. Di demên dawî de fikarên ji bo Abdullah Ocalan jî hene."
 
'Birêz Ocalan ji bo gelê kurd pêşengê aştiyê ye'
 
Feleknasê da zanîn ku hemû cîhanê hêza çareseriyê ya Abdullah Ocalan dît û wiha pê de çû:"Birêz Ocalan ji bo gelê kurd pêşengê aştiyê ye. Abdullah Ocalan got 'dewlet bixwaze ez dikarim di hefteyekê de merseleya kurd çareser bikim' lê belê dewletê bi dagirkirin, siyaseta şer bersiv da vê yekê. Dewletê êrişa li ser destkeftiyên gelê kurd domand. Qutkirina telefona bi Birêz Ocalan re fikar zêde kirin. Di vir de rol û mîsyona Ewropayê girîng e. Heta tecrîd ji kokê de bi dawî nebe ev pirsgirêk dê bidome. Çareseriya merseleya kurd jî bi tecrîd û rewşa Birêz Ocalan ve girêdayîye. Rewşa siyaseta Tirkiyeyê jî girêdayî Îmraliyê ye. Ewropa jî di ferqiya rola Abdullah Ocalan de ye. Îktidar tim daxwaza hevdîtinê red dike. CPT jî Îmraliyê dişopîne û ew jî di nava hewildana çareseriyekê de ne. Lê belê tenê bi xwestekê nabe divê gavên vêya yên pratîk hebin. CPT dema hat Tirkiyeyê divê bi Birêz Ocalan û parêzerên wî re hevdîtin bikira. Divê ev pirsigirêk demildest bê çareserkirin. Loma divê deriyê Îmraliyê vebe."
 
'Em ê têkiliya xwe ya bi CPT'yê re bidomînin'
 
Feleknasê da zanîn ku li Ewropayê ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe gelek kampanya tên lidarxistin û wiha bi dawî kir:"Li Ewropayê gel behsa azadiya Ocalan dike em jî li Tirkiyeyê behsa rakirina tecrîdê dikin. Divê bêtir Abdullah Ocalan bibe rojev. Çiqa CPT berpirsiyarê vê tecrîdê be Ewropa jî berpirsiyar e. Ew ê têkiliya me ya CPT'yê re bi hêz bibe. Em ê hevdîtinên xwe bidomînin. Hevdîtin girîng bû û di pêvajoyeke girîng pêk hat. Me daxwazên xwe, daxwazên malbat û parêzeran ragihand. Em hêvî dikin gav bên avêtin."