Li Amedê gelek kes hatin binçavkirin

  • 09:59 26 Nîsan 2021
  • Rojane
AMED - Li Amedê gelek kes hatin binçavkirin. 
 
Li navçeyên navendî yên Amedê serê sibehê polîsan bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de rêvebera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Peyasê Songul Dag, endama meclîsa HDP'ê Songul Tapanci, rêveberên HDP'ê Ramazan Karakaya, Hamît Onur, Murat Ondeş û Zekî Bagcik jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. 
 
Kesên ku hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Amedê.