'Heta nûneriya wekhev pêk bê wê têkoşîna me bidome'

  • 09:01 26 Nîsan 2021
  • Rojane
Şehrîban Aslan
 
AMED - Yek ji sê parêzerên jin ên ji bo endamtiya Lijneya Rêveberiya ku di Lijneya Giştî ya Asayî ya 47’emîn a Baroya Amedê hat hilbijartin Hatîce Demîr wiha got: “Ez bi hêz û piştgiriya ji têkoşîna jinê girtiye hatim hilbijartin. Heta ku nûneriya wekhev pêk bê wê têkoşîne me bidome.”
 
Hefteyên borî Baroya Amedê 47’emîn hilbijartinên Lijneya Giştî ya Asayî pêk anî û serokê Baroyê û endamên wê hatin hilbijartin. Bi serokê baroyê re 8 mêr hatin hilbijartin û ji bo endamtiya lijneya rêveberiyê jî 3 parêzerên jin hatin hilbijartin. Wek gelek sazî, komele, partiyên siyasî û STK’ayan di baroyan de jî hat dîtin ku nûneriya wekhev çiqas li plana dawiye. Parêzer Hatîce Demîr a ji bo endamtiya lijneyê hat hilbiajrtin, diyar kir ku nûneriya wekhev di civakê de jî ji bo jinan wek maf nayê dîtin û tenê ev wek pirsgirêka jinê tê dîtin.
 
‘Em her tim li cihekî diqelibin’
 
Hatîceyê destnîşan kir ku di baro, rêxistinên maf, STK, partiyên siyasî û rêveberiyên herêmî de serdestiyeke mêr a mezin mijara gotinê ye û got jin bi piştevanî û têkoşînê heta îro hatiye. Hatîceyê wiha berdewam kir: “Li Tirkiyeyê ji 1970’ê heta niha jin li qada cemawerî, civakî û ji bo mafê jinan têkoşîn daye. Mêran di navbera xwe de têkiliyeke wisa xurt ava kiriye û destûrê nadin ku kes beşdarî pêkhateyekê bibin. Ji ber vê jî di qadên rêveberiyan de jin her tim rastî astengiyan tên zehmetiyan dikşînin. Di vê mijarê de bi taybet di têkoşîna me jinan de tespîta sîwaneya cam  heye. Bi rastî jî  em her çiqas têkoşîna maf û hebûnê bidin jî li pêş me sîwaneyek cam heye û em li wê camê dikevin. Ji ber vê jî tevî ku jin jî di têkoşîna maf de ligel mêran e jî di astên rêveberiyê de mêr her tim bi cesaretir û daxwaztir in.”
 
‘Nûneriya jinê hîna di civakê de wek pirsgirêk tê dîtin’
 
Hatîceyê her wiha destnîşan kir ku wê cara yekem ji bo lijneya rêveberiya baroyê namzetiya xwe aşkera kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo serokatiyê sê hevalên me yên mêr ên namzet hebûn. Lê daxwazeke van namzetên mêr ku jinan bigirin lîsteyê nehat dîtin. Bêguman ev jî çavêriya min e. Ji ber vê jî min rexneyên xwe yên der barê ku nûneriya wekhev esas nagirin, çima jin di lîsteyê de cih nagirin û çima jin nayên teşwîqkirin, kir. Ji ber ku xwediyê vê têkoşînê mêr tên dîtin. Mêr bi rojeveke ku jinan jî bigirin pozîsyona rêveberiyê derneketin pêşberî me. Lê wek tê zanîn nûneriya wekhev pirsgirêka demokrasiyê ye. Mijareke mafê mirovan e. Parçeyeke parastina wekheviya jin û mêr e. Lê mixabin ev wek pirsgirêka jinan tê dîtin.”
 
‘Divê nûneriya wekhev bibe rojeva  esas a baroyan’
 
Hatîceyê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Şîroveyên ji bo mêran nayên kirin, bi rehetî ji bo jinan tên kirin. Mînak krîterên jinan tên nîqaşkirin lê yên mêran nayên nîqaşkirin. Ji ber mêr her merciyê heq dike. Lê jin ji bo bikevin wan deran divê hêza xwe ispat bikin, astengiyan derbas bikin û kedek mezin  bidin. Em di vê lijneyê de 5 endamên jin bûn. Hevalek me di lîsteya serokatiyê de bû. Ji bilî wê em 4 jin namzetên serbixwe bûn. Me nêrîna xwe diyar kir ku divê piştgirî ji bo hemû jinan bê dayîn. Ji ber vê em rastî gelek êrîşan jî hatin. Gotin hûn bi hev re tev digerin. Gotin ji bo jinan dengan dixwazin, 15 namzetên mêr hene, wê 10 kes bikevin rêveberiyê û ev rêbaz mêran davêje plana dawî. Me jî got divê nûneriya wekhev bibe mijara sereke ya baroyê.”
 
‘Rewşa baroyên herêmê jî karaset e’
 
Hatîceyê destnîşan kir ku pêvajoya hilbijartinê de piştevanî û rêxistinbûneke jinan a mezin hebûye û ji her alî jin hebûne bi taybet jinên ciwan piştgiriyek mezin dane. Hatîceyê her wiha ev tişt daxuyand: “Baroya Amedê li gorî berê baştir e. Lê ev têr nake. Baroya Mêrdînê nûneriya wekhev pêk aniye lê bi taybet li baroyên Sêrt, Şirnex, Wan, Rihayê rewş karaset e. Ez bi hêz û piştgiriya ji têkoşîna jinê girtiye hatim hilbijartin. Heta nûneriya wekhev pêk bê ez ê têbikoşim.”
 
‘Piştî hewldana darbeyê barê me giran bû’
 
Hatîceyê der barê xebat û plansaziyên jinên ku hatine hilbijartin de jî wiha got: “Di bin banê baroyê de komîsyon û navendên me hene. Ez bi salane li navenda mafê jinan bi hevalan re dixebitim. Her wiha piştî hewldana darbeyê şûnde, bi îlankirina OHAL û tayînkirina qeyûman re barên jinan giran bû. Li pêş têkoşîna jinan astengiyek mezin çêbû. Me di vê mijarê de rêxistinbûn û plansaziyek pêk anî. Hedefa esas ev bû ku ji bo jinên rastî şîdetê hatine pêkanîna piştgiriya hiqûqî. Em ji bo jinên dixwazin dest ji mêr berde piştgiriya hiqûqî didin. Ji bilî vê diyarkirina polîtîkayên wekheviyê, konferans û pêkanîna panelan. Der barê mafê jinan re rapor amadekirin û ji raygiştî re parvekir in. Em ê bi hevalan re têkoşîna xwe bi piştevaniyê bimeşînin.”