Emîne Şenyaşar: Ez edaletê dixwazim

  • 13:30 25 Nîsan 2021
  • Rojane
 
RIHA - Emîne û lawê xwe Ferît Şenyaşar ku çalakiya xwe ya nobata Edaletê di roja 48'emî nde didomînin banga piştevaniyê kirin.  
 
Emîne Şenyaşar a ku hevjînê xwe û du kurên xwe, di êrişa parazvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz de winda kirin, nobeta ku bi daxwaza “Edaletê” li pêş Edliyeya Rihayê li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar re, da destpêkirin di roja 48’emîn de berdewam dike. Malbat, ji ber qedexeya derketina derve heye, çalakiya xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê ya Rihayê didomîne. 
  
Wê sibe biçin ber edliyê
 
Emîne û Ferît ên ku li ser kaxizan "Em edaletê dixwazin" nîvîsîne van kaxizan li dîwarê mala xwe dadleqînin. Ferît diyar kir ku ew ê sibe dîsa biçin ber edliyê û çalakiya xwe berdewam bikin. Emîne Şenyaşar jî di vîdeoya ku tê de axivî bû hat parvekirin de wiha got, "Ez edaletê dixwazim. Em li malê jî çalakiya xwe didomînin. Bila lawê min ê gîrtî Fadil Şenyaşar bê berdan tu sûcê wî tune ye."