Meclisa Jinan a HDP'ê: Em ê kesên çete serbest berdan darizînin

  • 11:44 25 Nîsan 2021
  • Rojane
 
ENQERE - Meclisa Jinan a HDP'ê ji bo Doza Kobanê ku wê sibe bê dîtin banga tevlibûnê kir û got, "Em ê bibin dengê jinên ku ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatin qetilkirin û em ê kesên ku ev çete serbest berdan darizînin. Em banga piştevaniyê li hemû jinên ku dibêjin 'Têkoşîna jinê nayê darizandin' dikin."
 
Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), derbarê Doza Kobanê ku wê sibe bê dîtin de daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Meclia Jinan a HDP'ê, di daxuyaniya xwe de bang li jinan kir ku li dozê xwedî derkevin. 
 
'Em nabin kesên tên darizandin em ê darizînin'
 
Di daxuyaniya ku bi sernavê "Em nabin kesên tên darizandin em ê darizînin!" hat weşandin de bal hat kişnadin ser êrîşên li hember jinan ku roj bi roj zêde dibin û wiha hat gotin: "Jinên têkoşîna azadiya jinê didin û siyasetmedar bê sûc û  gunehe hatin binçavkirin û girtin. Me mînaka vê ya herî dawî di doza ser têkoşîna jian a HDP'ê, têkoşîna wekhevî û azadiyê dedît, ku protestoya 6-8'ê Cotmehê ya Kobanê kirin hinceta vê de dît. Em ê bi 17 hevalên xwe ku 14 jê girtî ji vê dozê tên darizandin re nebin kesên tên darizandin û em ê darizînin."
 
Em ê bibin dengê jinên  DAIŞ'ê ew qetil kirin'
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em ê wan kesan ku têkoşîna parastina ekolojiyê sûc dibînin, sirûştê talan dikin darizînin! Em ê kesên ku têkoşîna azadiya jinê didin rehîn girtine darizînin. Em ê bibin dengê jinên ku DAÎŞ'ê ew qetil kirine û kesên ku ev çete berdane darizînin! Em bang li wan hemû jinan dikin û dibêjin 'têkoşîna jinan nikare were darizandin', piştevaniyê geş bikin!”