Berxwedan 150 roje didome

  • 09:58 25 Nîsan 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hatibû destpêkirin di roja150'emîn de didome. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan ku di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin bi koma 30'emîn di roja 150'emîn de berdewam dike. 
 
Her wiha welatiyên li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî ji bo piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn. Çalakiya bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê hat destpêkirin, 112 roj li pey xwe hiştin. Çalakiya ku jinan dewer girt bi koma 23'emîn didome.
 
Jinên ku çalakî dewer girtin, di axaftina ku kirin de, gotin ku azadiya Abdullah Ocalan azadiya jin û Gelê Kurd e. Jinan diyar kir ku heta Abdullah Ocalan azad bibe ew ê  têkoşîna xwe bidomînin.