Hat îdakirin ku li Amedê jinek ji wesayitê hatiye avêtin

  • 08:37 25 Nîsan 2021
  • Rojane
 
AMED - Hat îdakirin ku jineke tundî lê dihat kirin ji wesayita dihat ajotin hatiye avêtin.  Jina birîndar rakirin nexweşxaneyê.
 
Li navçeya Yenîşehir a Amedê hat îdakirin ku ji wesayiteke ji Kolana Kişlayê ber bi Kolana Elazigve diçû jina di wesayitê de ji aliyê mêr ê pê re ve ji wesayitê hatiye avêtin. Hat îdakirin ku mê rê pê re lê daye û ew ji wesayitê avêtiye. 
 
Welatiyên ku bûn şahidê bûyer gazî tendirstvana kirin û tedirstûvanan jin rakirine nexweşxaneyê. 
 
Li gorî ku tê îdakirin, jina ji wesayitê hatiye avêtin berî vê jî ji ber tundiya lê hatiye kirin du caran hewl daye întîhar bike. 
 
Nasnameya jina tundî lê hat kirin nehat tespîtkirin.