Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê bi biryardarî didome

  • 15:40 24 Nîsan 2021
  • Rojane
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê hatiye destpêkirin, bi koma 64’emîn di roja 128’an de dewam dike.   
 
Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Çalakiya greva birçîbûnê bi koma 64’emîn di roja 128’an berdewam dike. 
 
‘Em bi hêvîne ku em ê serbikevin’
 
Çalakvana bi navê Çîgdem Algan di derheqê çalakiyê de ji ajansa me re wiha axivî: "Pêngava ji bo azadiya Rêber Apo hatiye destpêkirin, hevalên girtîgehê jî pêşengtiya vê kirin, ev berxwedanî ya tevahî Gelê Kurd ê azadîxwaz e, em jî weke ciwanên wargehê cihê xwe têde digrin. Rêber Apo ji bo azadiya Gelê Kurd, jina kurd ev 23 sal in li girtîgeha berxwedaniyek bê hempa di meşîne. Pêwîste em jî ji bo azadiya rêberê xwe yê fizikî di nava têkoşînê de bin.”
 
Çîgdem di nava gotinên xwe de balê dikşîne li ser nirxên ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo jinan afirandiye û wiha dibêje: “Heta ku em serokê xwe nava xwe de nebînin wê çalakiyên me bidome. Em di wê hêvî û baweriyê de ne em ê serbikevin. Pêwîste em vê yekê bibînin ku neyarên me gelek tengasiyê dijîn ji bo wê ewqasî êrişan pêk tîne. Em dibêjin em çalakiyên xwe bi hêztirbikin û nesekinin.” 
 
‘Azadiya jin ê bi azadiya fizikî ya Rêber APO ve girêdayî ye’
 
Ruhey Efrîn jî di derheqê çalakiyê de van gotinan bi lêv dike: “Pengava ku hatî destpêkirin ji bo me hemûyan e. Azadiya Rêber APO azadiya tevahî Gelê Kurd e, bi taybetî jî azadiya jinê ye. Erkê me yê sereke ew e ku em serokê xwe di hêla fizikî de azad bikin û bi hev re bijîn. Ev pêngav na şibe tu pêngavan, ev pêngav yê serkeftinê ye.”
 
Ruheyv wiha dawî li axaftina xwe anî: "Rêber Apo ji bo tevahî Gelê Kurd bi taybetî jina kurd hebûnek gelek pîroz û binirx e. Rêber Apo di hêla fikir, raman û îradeyî de jin afirandiye nirxekê mezin daye jinan. Êdî mafê me heye ku em jî weke Gelê Kurd bi rêberê xwe re azad bijîn. Ez bang li tevahî Gelê Kurd û jinên kurd dikim her kes rabe ser piyan da ku em serkeftinê bi destbixin.”