Jina ducanî: PDK bû sedema mirina zaroka min

  • 12:27 24 Nîsan 2021
  • Rojane
MEXMÛR - Jina ducanî Kewê Pîran ji ber astengiya asayîşa PDK'ê zaroka xwe winda kir û got: "Ji ber ku ez li Mexmûrê dijîm rê nedan ku ez biçim nexweşxaneyê. Carek belge û cara din jî ambûlans kirin hincet û bûn sedema mirina zaroka min."
 
Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê ji 17’ê tîrmeha 2019’an heya niha rê nade ku tu şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) derbasî bajarên herêmê bibin. 19 meh in asayîşa Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) rêya Mexmûrê xistiye bin kontrola xwe. Ji ber vê sedemê heta niha herî kêm 8 jinên ducanî zarokên xwe windakirin. Herî dawiyê jina ducanî ya bi navê Kewê Pîran, xwest derbasî nexweşxaneya Hewlêrê bibe, lê bi hinceta ku belgenameyên wê ne amadeye destûr nehat dayîn. Kewê cara duyeme ku ji ber astengiya asayîşa PDK’ê zaroka xwe winda dike. 
 
'Ji ber ku ez Mexmûrê dijîm rê nedan'
 
Kewê bertek nîşanî helwesta PDK'ê da û wiha ji ajansa me re axivî: "Ji ber rêgirtina PDK’ê çend carin em zarokên xwe winda dikin. Ji bo ez biçim Nexweşxaneya Welidînê ya Hewlerê ez çend caran çûm Nexweşxaneya Qereçox a bajaroka Mexmûrê. Ez hemwelatiya Îraqî me û min nasnameya xwe jî nîşan da, ji ber ku ez li Mexmûrê dijîm rê nedan ku ez derbas bibim. Ji serê sibêhê saet 08:00’an heta 11:30’ê nîvro ji bo min belge amade nekirin. Midûrê nexweşxaneyê li me xwedî derneket. Du welatiyên wargehê bi midûrê nexweşxaneyê re nîqaş kirin ku ji bo belgeyê çêbike. Piştre rêveberê Nexweşxaneya Qereçox bi zimanek tund diyar kir ku belgeya wan amade bikin ku li ser serê me biçin û nêzîkatiyek xirab nîşan dan. Ji ber ku rewşa min ne baş bû jî rênedan ku kesek din bi min re were nexweşxaneyê."
 
'PDK bû sedema mirina zaroka min' 
 
Kewê, diyar kir ku sedema mirina zaroka min PDK ye û wiha got: "Ez rojek li nexweşxaneyê mam û ji min re gotin rewşa te baş e, ez rêkirim mal. Ji min re gotin 'Divê tu 24’ê nîsanê de bê. Em ê te emeliyat bikin.' Şeva derbasbûyî tansyona min bilind bû û lê ji ber ku asayîşa PDK'ê rê nedida wesayitên wargehê, me ji Mexmûra jêr wesayîtek peyda kir. Em di ketina Hewlêrê hatin rawestandin û ji min re gotin 'Biçe bi ambulansê were.’ Em vegeriyan lê ji ber ku saet 04:00 bû me kesekî fermî nedît. Em carek din vegeriyan, lê em bi gotinên xirab re rûbirû man. Piştre me berê xwe da navçeya Geyarê ya Musila Iraqê. Ji ber derengketinê û rênedayîna asayîşa PDK'ê zaroka min jiyana xwe ji dest da. Ez dema li ber asayişê bûm min his dikir ku zaroka min dijî. Heke PDK'ê wisa nekiriba minê zaroka xwe daniya ser singê xwe..."
 
'Biçin bi ambulansê bên'
 
Emîne Îsmaîl refaqetê Kewê kiribû û bibû şahîdê hemû pêvajoyê û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ligel rewşa xirab a dayikê nêzîkatiya wan gelekî xirap bû. Em di destpêkê de bi wesayîta taybet çûn lê nehatina me ya bi ambulansê kirin hincet û gotin 'biçin bi ambulansê bên'. Me çend rewş ji wan re got jî guh nedan me. Berê jî bi heman rengî rê nedan û Kewê zaroka xwe ya din jî winda kiribû. Gelek nexweşên me yên giran hene, lê rê nadin me. Pêwîstiya me bi tiştekê nîne, lê divê ji bo nexweşan rê vekin."
 
Li Mexmûrê bi dehan nexweşên giran, ducanî hene ku divê biçin nexweşxaneyan. Lê ji ber helwesta hikûmetê nexweş nikarin biçin bajarên Herêma Federal a Kurdistanê.