Şaredariya Sîlopiyê bi destên jinan Botanê dixemilîne

  • 09:02 24 Nîsan 2021
  • Rojane
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Şaredariya HDP’ê ya Silopiyê ku dest bi xebata çandina dar û gûlan kiriye, bi destên jinan xwezayê zindî dike. Seroka Midûriyeta Polîtîqayên Jinan a şaredariyê Nergîz Ant a ku têkildarî mijarê axivî, got ew ê bi destên jinê bajarê xwe xweşiktir bikin.
 
Şaredariya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a navçeya Silopiya Şirnexê, kar û xebatên xwe li dijî hemû astengiyan bênavber didomîne. Şaredariya Silopiyê ku sala borî li 29 donim erdê şaredariyê sebze çandibû, îsal jî dest bi xebata çandina dar û gûlan kir. Seroka Midûriyeta Polîtîqayên Jinan a şaredariyê Nergîz Ant, têkildarî xebata çandina dar û gûlan de axivî.   
 
‘Ev xebata me her ku diçe mezin dibe’
 
Nergîzê, bi bîr xist ku sala borî di bin banê Midûriyeta Polîtîqayên Jinan de li 29 donim erdê girêdayî şaredariyê sebze çandine û wiha got: “Di encama çandiniyê de berhemên ku me kom kirin me li malbatên xwe yên di warê aborî de zahmetî dikişandin  belav kir. Me wê demê dît ku dema mirov û axî bi hev re dikevin têkiliyê berhemên cuda cuda derdikevin holê. Ji ber vê me destpêkê jin anîn gel hev. Me biryar da ku em li parqan çandina daran û gûlan bikin. Li parqan çandina daran û gûlan jin bi xwe dikin û bi xwe av didin. Piştî vê xebata jinan parqên me xweştir bûn. Her wiha mijûlbûna bi axê re jinan kêfxweş dike. vê xebatê em kêfxweş kirin. Me di hemû parqên Silopiyê de xebata dar û gûl çandinê kir û hindik maye ku biqede. Ev xebata me her ku diçe mezintir dibe. Sala borî me ev xebat kir. Em niha  daran diçînin. Ji ber ku şûna çandina sebze xebat û projeyên me yên cuda hene. Em dixwazin nebatên cûr bi cûr biçînin ku em ji wan rûn û sabûnê çêbikin. Li ser vê mijarê lêkolînên me berdewam dikein. ”
 
 'Em ê jin careke din xwezaya xwe zindî bikin'
 
Nergîzê, destnîşan kir ku ji ber xwezaya Botanê hersal tê şewitandin û bêdar dimîne gelek xemgîn dibin û wiha berdewam kir: “Cihek wek Botanê ku ew qas axa wê dewlemend e zûhabûn û kêmbûna şînahiya lê me gelek xemgîn dike. Ji ber vî yekê jî îsal me li her dever, kolan û parqên Silopiyê çandina dar û gûlan kir. Me li refûjên rêya Îpekê dar çandin. Darên ku me çandin jî darên ku kulîlkan vedîkin û derdorê rengîn dikin e. Ji bo kolan û bajarê me xweşiktir xûya bike me ev dar çandine.  Xebatên me berdewam dike û şêniyên navçeyê jî bi vê xebata me kêfxweş in. Dema em çandina dar û gûlan dikin gelek kelecanî dibin. Her wiha ev xebata çandina gulan jî li navçeya me cara yekê tê kirin. Çandin û nêrtina li gûlan jî jîn dikin Em dixwazin vê xebata xwe mezintir bikin. Li dijî betonê em xezayê diparêzin. Em dixwazin vê xebata xwe li tevahiya bajêr belav bikin û bidomînin Li ku derê cihekê zûha hebe em ê wê darê bi destên xwe bi dar û gulan şên bikin. Gelek deverên û şînatî li wan zêde heye çima li bajar û navçeyên me jî şînahî tune be. Lê divê geşê me jî li ddar û gulên ku em diçînin belada be û biparêze. Divê em wekî zarokên xwe li xwezaya xwe binêrin. Em bi gelê xwe bawer in ku wê xwezaya xwe biparêze. Lê bi taybetî dema ku em dibêjin ax jin tê bîra mirov. Ji ber ku jin axê zindî dike û lê xwe dî dertê. Em ê jin bi destên xwe xezaya xwe zindî bikin.”
 
‘Em dixwazin vê xebata xwe berfirehtir bikin’
 
Nergîzê, di dirêjiya axaftina xwe de got ku wê xebata wan bidomîne û wiha dirêj da axaftina xwe: “ Ji bo ku em vê xebata xwe berdewam bikin pêwistiya me bi şitlan hebû. Ji ber wê me  li taxa Kizîr erdek ji bo şitlan veqetand. Li wir niha derxên daran û şitlên gulan hene. Em ji wir gûl û daran hildigirin û dibin di parqan de diçinin. Em bi tenê gavekê biçûke û em ê vê xebata xwe berfireh bikin.”
 
‘Divê em zirarê nedin xwezaya xwe’
 
Nergîz, dawiya axaftina xwe de got divê tu kes ji xwezaya xwe dûr nekeve û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê em zirarê nedin xwezaya xwe. Em xwezaya xwe bi destên xwe biparêzin. Axa me axekê pîroz e û divê em jî xwedî vê pîrozê derbikevin.”